Gaziyê şer Îsmaîl Işik ê bi nasnavê Berxwedan Gabar, kul i Almanyayê dihat dermankirin, di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.
Îsmaîl Işik, di sala 1977’ê de li Şirnexê ji dayîk bû, di sala 1992’ê de tevî nava refên gerîlayan bû. Di sala 1995’ê de di encama teqîna mayînê li Roboskiyê birîndar bû û her du destên û çavê xwe yê çepê xwe wenda kir. Teqînê bandorek mezin li dilê wî jî kir. Işik sala 1996’ê ji bo dermankirinê hat Îtalyayê û duh di demjimêrên danê êvarê de jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku hat bihîstin Işik jiyana xwe ji dest daye, Kurdistanî li ber nexweşxaneyê kom bûn. Dê îro ji bo cenazeyê Işik li Mizgefta Seîdê Kurdî nimêj bê kirin û piştre bişînin Şirnexê.