Gardiyan û girtiyên edlî bûn yek û êrîşê siyasiyan kirin

Gardiyan û girtiyên edlî bûn yek û êrîşê siyasiyan kirin

Li Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê gardiyan û girtiyên edlî bûn yek û êrîşê girtiyên siyasî kirin. Di êrîşê de gelek girtiyên siyasî birîndar bûn û li şûna bişînin revîreyê, ew şandin hucreyan.

Di van rojên dawiyê de herî zêde Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê bi bûyerên tecawiz, mûameleyên xirab û mirinan tê rojevê. Girtiyên edlî û gardiyan bûn yek û êrîşê girtiyên siyasî kirin. Di êrîşê de gelek girtiyên siyasî birîndar bûn û ev yek bi hevdîtina malbatan a bi girtiyan re aşkere bû.

Dayîka Aydin Bûlût ê ku di meha çile de bi hinceta “endamê rêxistinê” ye hat girtin û avêtin Girtîgeha Sergirî ya Mêrsînê” Hazarî Bûlût çû serdana kurê xwe û piştî serdanê ji ANF’ê re axivî. Bûlût da diyarkirin ku gava ew çûye girtîgehê dît ku keyfa kurê wî ne xweş e û diyar kir ku gava wê pirsî kurê wî tiştên hatine serê wan jêre vegot. Bûlût got; “Girtiyên edlî û gardiyan bûne yek û êrîşê Aydin û girtiyên din ên siyasî kirine.”

LÊ XISTIN Û PIŞTRE AVÊTIN HUCREYÊ

Dayîk Bûlût ragihand ku gelek ji wan girtiyên siyasî yên ên di êrîşê de birîndar bûn, nebirine doktor û got; “Êrîşa birin ser wan ne bes bû, îca rabûne 5 heta 12 roj cezayê hucreyê dane girtiyên siyasî. Di vê demê de tî û birçî hiştine.” Dayîk Hazarî Bûlût diyar kir ku kurê wê yê 21 salî nexweş e û destnîşan kir ku ger di Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê ya dişibe dojehê de tiştek bi serê kurê wê were, dewlet berpirs e.

JI EWLEHIYA CANÊ GIRTIYAN BI GUMAN IN

Xizmek din a girtiyan Azîze Ozer jî diyar kir gava ew çûye serdana kurê xwe yê xwendekarê zanîngehê Mehmet Ozer, bihîstiye ku kurê wê li rastî êrîşê hatiye. Dayîk Ozer got; “ Di hevdîtinê de kurê min got ku gardiyan hatine hindurê qawişan û êrîşê wî kirine. Piştre jî girtiyên edlî li wan xistine.” Azîze Ozer destnîşan kir ku her çendî gelek cihên girtiyên siyasî birîn bûn jî, lê dîsa jî nebirine revîreyê û diyar kir ku ew ji ewlehiya canê zarokên xwe bi guman in.