Galaksiyeke ku madeya tarî lê nîne hate dîtin
Astronoman gotin, cara yekê ye wan galaksiyeke ku madeya tarî lê nîne dîtine. Ev vedîtin, teoriya giştî ya li ser çêbûna galaksiyan kir mijara nîqaşê.
Astronoman gotin, cara yekê ye wan galaksiyeke ku madeya tarî lê nîne dîtine. Ev vedîtin, teoriya giştî ya li ser çêbûna galaksiyan kir mijara nîqaşê.
Lêkolîna li ser vedîtinê di kovara Nature de hate weşandin. Pieter van Dokkum ê ji Zanîngeha Yale ya DYA'yê, ku yek ji nivîskarên sereke yên lêkolînê ye, diyar kir ku çavdêriya wan li dijî teoriya heyî ye ya li ser çêbûna galaksiyan.
Navê "NGC 1052-DF2" ya jî tenê "DF2" li vê galaksiyê hate kirin. Ev galaksî bi 650 milyon salên ronahiyê dûrî cîhanê ye. Ev galaksî berê jî dihate zanîn. DF2 weke yek ji galaksiyên ku zêde ne dagirtî ye tê dîtin. DF2 ji Kadizê mezintir e ku cîhana me jî di nav de ye, lê belê stêrkên wê bi 250 qatî ji yên Kadizê kêmtir e.
Yek ji saziyên ku tevlî lêkolînê bûye Enstîtuya Dunlap Astrofîzîk û Astronomî ya Zanîngeha Torontoyê ye. Estîtuyê ragihand, "Tê zanîn, li galaksiyan ji madeyên ji rêzê bêhtir madeya tarî heye. Dema ku mirov ji vî alî ve binirxînin, eşkere dibe ku ev vedîtin ne tiştekî ji rêzê ye."
Madeyên ji rêzê ku bi rengê atoman têne pênasekirin, stêrkan, gerstêrkan, gaz û tozên galaksiyan diafirînin. Madeyên ji rêzê tenê 5 ji sedî yê Gerdûnê ye.
Madeya tarî ku ji bo astrofîzîk a hemdem hê jî tiştekî mezin ê nepen e, 25 ji sedî yê Gerdûnê ye. Madeya tarî ku nayê dîtin, ji bandora kişandina ber bi xwe ve ya li ser tiştên din tê tespîtkirin. Zanyar dibêjin, ya ku galaksiyan li hev dicivîne madeya tarî ye. Li gorî vê teoriyê, madeya tarî navendeke kişandina ber bi xwe ve ye ku bi vî rengê nahêle galaksî ji hev belav bibin.
Allison Merritt ê ji Zanîngeha Yaleyê, ku Rasatxaneya Başûrê Ewropayê di daxuyaniya xwe de cih da wî got, "Madeya tarî bi giranî weke parçeyek ji galaksiyan tê dîtin. Mîna mezeloqê ye ku nahêle ya hevgirtî ji hev belav bibe."
Roberto Abraham ê ji Zanîngeha Torontoyê li ser vedîtinê ji AFP'ê re axivî û got, "Beriya vê vedîtinê dihate texmînkirin ku li hemû galaksiyan madeya tarî heye. Li galaksiyeke ewqasî mezin, diviyabû madeya tarî bi 30 qatî ji madeyên ji rêzê zêdetir bûya. Lê belê bi ti awayî madeya tarî nehate dîtin. Diviyabû ev ne pêkan bûya."
Allison Meritt diyar kir, galaksiyên bi vî rengî bi teoriyên heyî nikarin bên vegotin û got, "Şêweyê avabûna wan rewşeke ne diyar e."