Firat: Desthilatdarî êdî dixwaze baweriya me biqedîne

Parlamenterê HEDEP’ê yê Stenbolê Celal Firat diyar kir ku Elewî gelek caran hatine qetilkirin, rû bi rûyê cihêkarî û û asîmîlasyonê bûne û got: "Dewlet, anku desthilata AKP’ê êdî dixwaze baweriya me biqedîne."

Parlamenterê HEDEP’ê yê Stenbolê Celal Firat îşaret bi xeteriya projeya Serokatiya Çand û Cemxaneyên Elewiyên Bektaşî kir û ev tişt destnîşan kirin: ‘’Elewî dixwazin cemxane bi qanûnan wek perestgeh bên qebûlkirin. Dixwazin hevwelatîbûn bi wekhevî be. Berê têkoşîna me diyar e. Heta perwerdehî bi wekhevî, bêpere, zanistî û bi zimanê zikmakî bibe em ê tê bikoşin.’’

Parlamenterê HEDEP’ê yê Stenbolê Celal Firat nirxandina modela Îslama Sinî ku desthilat dixwaze di nava perwerdehiyê de ava bike, ji ANF’ê re kir. Firat bi bîr xist ku Tirkiye ji berê ve dewleteke netewe ya yekperest e û got: ‘’Sedema sereke ya pêkanînan vê feraseta netewe dewletê ya yekperest e. Dersa olê ya mecbûrî bi perwerdehiya olî piştî darbeya 12’ê Îlonê ket nava jiyana me. Ji hingê ve ye li dibistanan kesên ji baweriyên cuda kêm tên dîtin, neheqî li wan tê kirin.’’

OL Û ZIMAN HATIN FERZKIRIN 

Firat got "Bi taybetî li ser xwendekar û mamosteyên bi zimanên din diaxivin bi rê û rêbazên nemirovî zext hatine kirin ku ji neçariyê hînî Tirkî bibin. Li zarokên Elewî û yên ji baweriyên din feraseta olî ya yekperest hat ferzkirin. Em Elewî bi salan li ber dersa mejbûrî ya olî rabûn. Me bi dehan doz kar kirin lê desthilata AKP’ê tu biryar nas nekirin. Bi dersên olî yên mecbûrî, zilm li zarokên me hat kirin."

JI BO GIHANDINA MIROVAN JI PERGALÊ RE 

Firat anî ziman ku welatiyan zarokên xwe emanetê dewletê kirine, lê dewlet lê nebûye xwedî û wiha pê de çû: ‘’Perwerdehiya pergalê dûrê zanistîbûnê ye. Di kreşan de jî mescidan ferz dikin. Ji bo gihandina mirovan ji pergalê re, vê dikin. Li nêzê her dibistanê mizgeftek heye, avakirina mizgeftan li nêzê dibistanan ne ji dilê saf e. Bi dirêjkirina dersên olî, dayîna dersan bi awayekê olî, cihbicihkirina projeyên mîna ÇEDES’ê, armanca bi polîtîkayên perwerdehiyê yên desthilatê diyar dibe.

Berê têkoşîna me di vî warî de diyar e. Heta şertên perwerdehiya bi wekhevî, bêpere, zanistî û bi zimanê zikmakî çê bibin, em ê tê bikoşin.’’

AKP DIXWAZE BAWERIYA ME BIQEDÎNE 

Firat bi bîr xist ku Elewiyan tu car serî li ber zilmê xwar nekiriye û wiha axivî: ‘’Elewiyan tu serdemê ji bo karên qirêj alîkariya tu desthilatê nekiriye. Bi hezaran kes ji me hatine qetilkirin. Em rû bi rûyê polîtîkayake cihêkar û asîmîlasyonê ne. Dewlet êdî ne me lê dixwaze baweriya me biqedîne. Bi polîtîkayên xwe berê Elewiyan dide hev. Bi taybetî Serokatiya Çanda Elewiyên Bektaşî û Cemxaneyan, projeya herî xeternak a pêvajoyê ye.’’

‘BIRÇÎ BIMÎNE LÊ NEBE NEMERD’ 

Firat bertek nîşanê kesên ji dewletê mehane distînin da û wiha got: ‘’Şah Hiseyn ev bidîtana wê zulfîkar di serî de li wan bixista. Serên zarokên wan tên jêkirin lê xwe li ber Yezîd xwar nakin. Dibêje, ‘Birçî bimîne lê nebe nemerd. Ne bi jiyana bi sed rojên bi bêrumetî lê jiyana bi rojeke bi rûmet.’ Elewî dixwazin cemxaneyên wan bi qanûnan perestgeh bên qebûlkirin. Elewî ne tebaaya kesî ne. Elewî dixwazin ji maf û azadiya komarê siûdê wer bigirin. Elewî feraseta we ya Emewîtiyê û zanîna alimên li pey wî tên jî naxwaze. Hemû tiştên tên kirin li dijî rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn û maf û azadiya bingehîn a mirov in. Cemxane perestgehên me Elewiyên Qizilbaş in!’’ 

ELEWÎ LI BER ASÎMÎLASYONÊ LI BER XWE DIDIN 

Firat bi lêv kir ku rêxistinên Elewiyan bi salan e li ber zext û polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin û xebatên rêxistinên Elewiyan wiha rêz bi rêz kirin: 

* Rêxistinên Elewiyan, ji bo ji Elewîtiyê baş bê famkirin, kampanya çê kirin. Armanca bi kampanyayan ji nava civakê rakirina pêşhikuman û zêdekirina xweşbîniyê ye. 

* Perwerdehî û Xebatên Çandî: Rêxistinên Elewiyan; ji bo çand û baweriya xwe neqilê nifşên din bikin perwerdehî da û çalakiyên çandî li dar xistin. Armanca bi van çalakiyan ew bû ku zarokên Elewî li mîrateya xwe ya çandî bibin xwedî. 

* Têkoşîna li dijî cihêkarî û kîn û nefrînê: Rêxistinên Elewiyan li dijî cihêkarî û sûcên kîn û nefrînê yê berpêyî Elewiyan tê dikoşin. Dikevin hewila qeydkirina van sûcan û bi rêyên hiqûqî dişopînin. 

* Bêîteatiya sivîl û çalakiyên protestoyî: Di hin rewşan de, rêxistinên Elewiyan û Elewî, bi armanca protestokirina polîtîkayên hikumetê çalakiyên bêîteatiya sivîl li dar xistin. 

*Tevlêbûna pêvajoyên hiqûqî: Rêxistinên Elewiyan, daxilê pêvajoyên hiqûqî yên têkildarê Elewiyan bûn û bi rêyên hiqûqî ketin hewila parastina mafê xwe. 

* Saziyên elewiyan herî dawî li dijî Serokatiya Çand û Cemxaneyên Elewiyên Bektaşî dest bi têkoşîneke jidil kir.