Fîncanci: Her çendî di girtîgehê de bim jî çi ji destê min bê ez ê bikim

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci got, "Ez di girtîgehê de bim jî, bila gumana we tune ku çi ji destê min bê ez ê bikim."

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, têkildarî pêvajoya ber bi girtina wê ve nameyek şand û name li ser hesabê wê yê girtîgehê hate weşandin.

Fîncanci di nameya xwe de wiha qala pêvajoya girtina xwe kir: “Ez baş di ferqê de me ku gotinên min ên di dema weşana zindî de ku weke sedema girtina min hatine nîşandan û dixwazim hûrgiliyên wê piştre bi we re parve bikim, rê li ber fêmkirinên xelet vekir. Ez di ferqa vê rastiyê de me. Di weşana ku ez tevlibûm de min weke pispora tipa edlî derheqê dîmenên ku berê temaşe kiribûn de pêşnirxandin kirin. Ji bo ku encamek ji îdiayên heyî derkevin, min lêkolînên pêş û peymanên navneteweyî bi bîr xist. Di vê çarçoveyê de li dijî rêxistina me ya pîşeyî kampanyaya reşkirinê hat destpêkirin û veguherîn êrîşan. Bila gumana kesekî jê nebe ku hem ez û hem jî Konseya Navendî em ê ji bo xurtkirina têkoşîna me gavên pêwîst biavêjin. Divê hûn bizanin ku piştevaniya ku we di dema pêvajoya girtinê û di dema girtinê daye, li pişt van çar dîwaran jî tê hîskirin. Bi hêviya ku di demekî herî kin de em hev hembêz bikin.”