Fîlît Tîltay piştî 30 salan, di 77 saliyê de hat berdan
Fîlît Tîltay ku sala 1993’an li Îdirê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, piştî 30 salan hat berdan.
Fîlît Tîltay ku sala 1993’an li Îdirê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, piştî 30 salan hat berdan.
Fîlît Tîltay di sala 1993’an li Îdirê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û piştre jî hate girtin. Tîltay ê di Dadgeha Leşkerî ya Erziromê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Piştî 30 salên girtî, di 77 saliya xwe de, ji Girtîgaha Tîpa L ya Panosê hate berdan. Malbat û hezkiriyên Tîltay li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin. Tîltay di gundê xwe yê Goma Jêr ê girêdayî navçeya Beşan/Sergunda ê Îdirê bi govendan hate pêşwazîkirin. Sedan kes hatin serdana Tîltay.
Tîltay spasiyên xwe pêşkeşî kesên hatine serdana wî kir û wiha axivî: “Moralê min baş e û ez xwe baş hîs dikim. Divê gelê me li doz û nirxên xwe xwedî derbikeve. Taybetî divê xwedî li hevalên me yên girtiyên nexweş û yên bi salan di girtîgehê de dimînin, were derketin. Em bi gelê xwe û têkoşîna xwe serbilind in. Ev sih sal xeyal û hêviyên me, me li ser pêya digirin. Divê em her tim vê heviyê bilind û xurt bigirin. Dema ez ketim girtîgehê 11 zarokên min hebûn. Zarokekî min di şerê diqewime de jiyana xwe ji dest da.”