Li Çewligê 7 kes hatin girtin
Li Çewligê ji 16 kesên ku 3 roj berê hatibûn destgîrkirin, 7 kes hatin girtin.
Li Çewligê ji 16 kesên ku 3 roj berê hatibûn destgîrkirin, 7 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çewligê de ya der barê 21 kesî de, 3 roj berê leşkeran avêt ser gundên Mistan, Dêre û hin gundên din ên girêdayî navçeya Darahênê ya Çewligê û gundê Miyanê yê girêdayî navenda Çewligê. Di avêtina ser gundan de 16 kes hatin destgîkirin. Piştî 3 rojên destgîrkirinê, welatî ji Fermandariya Cendirmeyan a Çewligê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Welatiyan li dozgeriyê di çarçoveya îdiaya "alîkariya rêxistinê" îfade da. Dozger ji 16 kesan 7 kes bi daxwaz agirtinê sewqî dadgehê kir û 9 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî berda.
Navê kesên hatin girtin ev in: “Nedîm Kaya, Ali Seçer, Veysel Ûzan, Firat Dener, Mûsa Nazlica, Recep Nazlica û Hişar Nazlica”