Wezîrê Navxweyî Şahîn ku di derbarê komkujiya Roboskiyê de balkişandî ser û fermana lêdanê dayî Tuggeneral Alî Riza Kugu di lîsta terfî kirinê de ye.
Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn duh daxuyaniyên ku dabûn NTV’yê di derbarê komkujiya Roboskiyê de dabû diyarkirin ku, “fermana lêdanê ji Fermandariya Hewayê fermandarên ku dîmen temaşekirine û analîz kirine dane. Wisan xuya dike.” Piştî daxuyaniya Wezîr Şahîn, Parlementerê AKP’ê yê Dîlokê Şamîl Tayyar îdîakiribû ku, fermana lêdanê ji Serokê Daîreya Tekoşîna li Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî Tuggeneral Alî Riza Kugu daye. Derket holê ku navê Kugu di lîsteya kesên di civîna Şureya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) de wê bibin Tumgeneral de cih digire de ye.