Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
Rêxistina HDP’a Xelfetiyê çû serdana malbata Şenyaşar a ku 148 roj in di nobeta edaletê de ne. Ferît Şenyaşar got “Heta edalet pêk were em ê li vir bin.”
Rêxistina HDP’a Xelfetiyê çû serdana malbata Şenyaşar a ku 148 roj in di nobeta edaletê de ne. Ferît Şenyaşar got “Heta edalet pêk were em ê li vir bin.”
Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di çalakiyê de birîndar bûbû çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Malbatê di 9’ê Adarê de dest bi nobetê kiribûn.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 148’an de hatin pêşiya dadgehê û dest bi nobeta xwe ya edaletê kirin. Malbatê dowîzên ‘Ji bo her kesî edalet’ û ‘Dayikek 148 roj in li pêşiya Dadgeha Rihayê di nobeta edaletê de ne. Du zarokên wê û hevjînên wê li nexweşxaneyê hatin kuştin, ji ber ku parlementer di nav qetlîamê de 3 sal in doz nayê vekirin’ danîn erdê û dest bi nobeta edaletê kirin.
Rêxistina HDP’a Xelfetiyê jî ji bo piştgiriyê çû serdana malbatê ya ku di nobeta edaletê de ye.
Hevserokê HDP’a Xelfetiyê Abdurahman Çîftçî di serdanê de axivî û got “Ev qetlîam li ber çavê hemû kesan pêk hat lê kujer bi serbestî digerin. Em hurmeteke mezin didin çalakiya malbata Şenyaşar û diyar dikin ku em bi wan re ne. Ji bo edalet pêk were, çi ji destê me were, em ê pêk bînin.”
Ferît Şenyaşar di nobeta edaletê de got “Di şertên dijwar de em li ber dadgeha Rihayê ji bo edaletê têdikoşin. Hevgirtin hêzê dide me. Heta ku edalet pêk were em ê li vir in. Ji xeynî wê em ji vir naçin.”