Femînîst: Belê, em fitrata wî fêm nakin û nas nakin
Femînîst: Belê, em fitrata wî fêm nakin û nas nakin
Femînîst: Belê, em fitrata wî fêm nakin û nas nakin
Nerazîbûna li Serokkomar Erdogan ê digot, "Wekheviya jin-mêr li dijî fitratê (tebîetê) ye" dewam dike. Endama Kolektîfa Femînîst Merîç Eyuboglû, endamên Kolektîfa Femînîst Sosyalîst Seher Kalkan û Tûgçe Eda Sarigul vê gava fitratê ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin, ku sedema bingehîn a vê dijderketina fitratê, aciziya ji dengê jinê ye, ku li her qadê bilind dibe. Eyuboglû, Kalkan û Sarigul dan xuyakirin, ku jin wê hînê gelekî Erdogan aciz bikin, wî bêxew bihêlin û anîn ziman ku ew ê kolanan neterikînin. Jinên femînîst ragihandin ku rast e Erdogan fitrata femînîstan fêm nake û got, "Belê em jî fitrata te fêm nakin û nas nakin."
Endama Kolektîfa Femînîst hiqûqnas Merîç Eyuboglû diyar kir ku cara yekê nîne ku ew gotina 'fitrat' dibihîzin, bibîr xist ku di sala 2010'an de dema Erdogan hînê serokwezîr bû di civîneke jinê de bi heman rengî gotibû ku wekheviya jin-mêr li dijî fitratê ye û got, "Weke jin em êdî hînî spekulasyonên bi vî rengî bûne."
'MEBESTA WEKHEVIYA TÊ BILÊVKIRIN, NE JI ALIYÊ HIQÛQÎ JI ALIYÊ JIDAYIKBÛNÊ VE YE'
Eyuboglû da zanîn ku ev daxuyanî ji aliyê hin derdoran ve di warê hiqûqî de tê nîqaşkirin, lê belê ya ku Erdogan bal kişand ser ne hiqûqî fitrata ji dayikbûnê ye û got, "Erdogan bi van gotinên xwe re bi awayekî vekirî dibêje, jin wê her tim firaxan bişo, kincan bişo, zarokan xwedî bike, zarokan bîne dinyayê, bibe dayik, mêr jî wê nobedarê 'namûsa' jinê be, li hemberî jinê zext û zordariya xwe dewam bike. Erdogan vê yekê jî bi fitrata jinê û mêr, bi pîvanên ji dema dayikbûnê ve girê dide û îdîa dike ku ev nayê guhertin. Ev mejiyê klasîk e. Ji ber vê yekê, derveyî nîqaşeke wekheviyê ya li ser mafan, dabeşiya zayendî, newekheviya civakî destnîşan dike û vê yekê teqez dike."
Ji bo gotina Erdogan a 'femînîst ji fitratê fêm nakin' Eyuboglû got, "Belê, em femînîst ji fitrata te fêm nakin û nas jî nakin." Eyuboglû destnîan kir ku weke jin ew ê ti carî zordariya li hemberî beden û nasnameya wan qebûl nekin.
'EM Ê HER TIM TAYYÎP BITIRSÎNIN'
Seher Kalkan jî da xuyakirin ku ew li pêşberî van daxuyaniyên Erdogan matmayî nemane û anî ziman ku bilindbûna dengê jinê li her cihî û zêdebûna cihêbûnê, Tayyîp gelekî aciz kiriye. Seher ragihand ku jin wê bêtir Tayyîp aciz bikin, wî bêxew bihêlin û bitirsînin û got, "Jin wê her roj li kolanan bin û bi derketina kolanan jî azad bibin."
'JI KOBANÊ HETA STENBOLÊ BERXWEDAN DEWAM DIKE'
Tûgçe Eda Sarigul jî got, "Di mijarekê de em û Erdogan li hev dikin; ew jî mijara ku Erdogan ji fitrata jinê fêm nake ye" û diyar kir ku ev gotina Erdogan nîşan dide ku femînîstan dişopîne.
Sarigul got, "Eger hinekî din jî me bişopîne wê fêm bike ku em ê her tim dakevin kolanan." Sarigul ragihand ku dema Erdogan axaftina xwe ya bi vî rengî dewam dike hejmara jinên bi şîdeta mêr tên kuştin zêde dibe û destnîşan kir ku heta hevkariya AKP-dadgerî-polîs-DAIŞ'ê dewam bike, mîna li Pirsûs û Kobanê jin wê berxwedana xwe li rojavayê welêt jî dewam bikin.
