FEDA: Dewleta Tirk dixwaze gel û baweriyên qedîm tune bike
FEDA'yê bal kişand li ser komkujiyên Mereş, Roboskî û zindanan û got: "Dewleta Tirk her tim dixwaze gel û baweriyên qedîm tine bike."
FEDA'yê bal kişand li ser komkujiyên Mereş, Roboskî û zindanan û got: "Dewleta Tirk her tim dixwaze gel û baweriyên qedîm tine bike."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got: "Dîroka netewe dewletên tekparêz, dîroka komkujî û qirkirinan e. Feraseta Tirkperest-Îslamîst a netewe-dewletê, ji bo tinekirina nasname û çanda piralî ya Tirkiyeyê ji sala 1915’an ve gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê ji qirkirinê re derbas dike."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Li hemberî Elewiyên Kurd ku nekarî bi qirkirina Koçgirî û Dersimê ji holê rake, temamkirina wê qirkirinê ji xwe re kiriye erk û feraseta xwe ya qetlîamker didomîne.
Di Kanûna 1978’an de li Mereşê qetlîamên li dijî Kurd, Elewî û şoreşgeran pêk pêk anî. Komkujiya Mereşê di navbera 19 û 26’ê Kanûnê de dewam kir. Di bin kontrola dewletê de bi sedan Elewî, Kurd û şoreşger hatin qetilkirin. Mal û milkên wan hatin desteserkirin. Bê ku bibêjin zarok, jin û extiyar bi awayekî hovane qetîlkirin.
Komkujiya Mereşê ya 1978’an berdewamiya qirkirina gel û baweriyan e ku bi qirkirina Ermenî, Êzidî û Suryaniyan di sala 1915’an de dest pê kir. Îro jî heman polîtîka bi rê û rêbazên cuda tên meşandin.
EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN Û HESABÊ VÊ BIPIRSIN
Di sala 2011’an de li Roboskiyê ciwanên Kurd Roboskiyê bi balafirên şer ên dewleta Tirk hatin qetîlkirin. Ev yek nîşan dide ku polîtîkayên qirkirinê berdewam dikin. 34 ciwanên Kurd ku ji xeynî pêwîstiyên xwe yên bingehîn ti armancên wan tine bû, bi hêvî û xeyalên di dilê xwe de bi balafirên şer hatin bombekirin. Ev qetlîam berdewamkirina qirkirina Kurd û Kurdên Elewî ye. Feraseta Tirkperest-Îslamîst a netew-dewletê qirkirina Kurd û Elewiyan ji xwe re kiriye erk. Dewlet her tim van qirkirinên xwe înkar kiriye.
Em gel û baweriyên ku êşên qetlîamên Mereş, Roboskî, zindan û hemû qetlîamên din kişandine, me tu carî ev êş ji bîr nekirine û em ê ji bîr nekin. Em Kurd, Elewî û şoreşger têkoşînê mezin bikin û hesap bipirsin.
Bila her kes bizane, hêza rêxistinkirî ya gelên me wê sîstema qetlîamker/qirker efû neke û hesabê komkujiyan bipirse. Em bi vê bawerî û vîna xwe li hemberî sîstema qetlîamker xwe zêdetir birêxistin bikin, li ber xwe bidin û bi ser bikevin."