FEDA: Bila hemû Elewî li ber êrîşên qirkirinê rabibin

FEDA’yê bertek nîşanê dewleta Tirk da ku çima bi armanca dagirkirin û qirkirinê êrîşan dike û bang li hemû Elewiyan jî kir ku bibin xwedî helwest li dijî êrîşan.

Konfederasyon Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî da, got: ‘’Dewleta Tirk a înkarker û qirker, bi êrîşên nû nîşan dide ku dev ji hişmendiya qirkirinê ya berpêyî Kurdan bernedaye û wê nede.’’

 ‘DEWLETA TIRK SIVÎLAN JÎ DIKUJE’

Di daxuaniyê de wiha hatiye gotin: ‘Di serî de krîza aborî û siyasî, dewlet dixwaze ku barê krîza piralî li pişta gel û baweriyan bike. Bi hincetên ne hincet li hişmeniya xwe ya qirkirina Kurdan bi êrîşên xwe yên bi tevahî dewam dike. Cihê ku wê Kurdan nas bike, qedexeyê ji ser ziman û çanda wan rabike, qirkirinê ferz dike li ser. Cihê ku wê mafên demokratîk ên rewa û welatîbûna bi wekhevî ya Elewiyan misoger bike, bi qirkirina çandî heqî û heqîqeta Elewiyan diguhêre. Ji bo veşartina hişmendiya xwe ya nijadperest, faşîst Kurd û Elewiyan krîmînalîze dike, nav û niçikê ‘terorîst’ li yên mafê xwe dixwazin dike û êrîşan dibe bi ser de, dikuje.

Ji duh ve ji hewayê û erdê ve li cih û warê sivîlan çiya û dewr û berên Kurdan dike. Piştî barandina bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer, ji duh ve bi bombardûmaneke giran dor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye ku dagir bike. Di êrîşan de çavkaniyên enerjiyê, cih û warên sivîl û hewcedariyên sivîlan ên sereke hatine armanckirin, sivîlan jiyana xwe ji dest, mal û can ji dest çûne.’’  

BILA QADA HEWAYÎ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÊ GIRTIN’

FEDA’yê destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze heyfa çeteyên DAÎŞ’ê jî hilîne û got: ‘’Dewleta Tirk bi van êrîşan li dijî mirovahiyê sûc dike. Li ser vî esasî me bang li NY û Konseya Ewropayê û hêzên demokrasiyê yên cîhanê ew e ku bi erk û berpirsyariya xwe rabibin. Em ji dewleta Tirk re ku sûcê li dijî mirovahiyê li dijî Kurdan re dike, dibejin ku bila bisekine. Hêzên koalîsyonê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.’’