'Ez carek din Kobanê bibînim ez ê axa xwe maçî bikim û bixwim'
'Ez carek din Kobanê bibînim ez ê axa xwe maçî bikim û bixwim'
'Ez carek din Kobanê bibînim ez ê axa xwe maçî bikim û bixwim'
Dayika Şemsê Osman Îbrahîm (50) ya ku 2 zarokên wê û hevjînê wê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di nav çeperên YPG’ê de cih digrin, bi wan serbilind e û diyar kir ku ew ji derketina Kobanê poşman e, xwezî ew jî li Kobanê bûya. Dayika Şemsê da zanîn ku heviya wê ya bi tenê vegera Kobanê ye û got: "Min ehd kiriye. Ez carek din Kobanê bibînim ez ê axa xwe maçî bikim û bixwim."
Berxedana Kobanê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku dixwaze Kobanê dagir bike û komkujiya pêk bîne, gelek çirokên balkêş û watedar di nav xwedê dihevîne. Ji wan yek jî çîroka dayika Şemsê Osman Îbrahîm e ku hevjîn û du zarokên wê din nava berxwedana Kobanê ya dîrokî de cih digrin e. Dayika Şemsê diya sê kuran e û kurê wê yê nezî 2 salan di nav refên YPG’ê de li hember neyarên kurdan cih girt tenê di destê wê de maye û sebra xwe bi kurê xwe tîne. Kurekî dayika Şemsê li Qamişlo di nav refên YPG’ê de ye, ê din jî tevî bavê xwe li Kobanê li hember çeteyên li dijî mirovahiye yên hov ên DAIŞ’ê di nav berxwedana ku di rûpelên dirokê de bi tîpên zêrîn de tê nivîsandin de cih digre û şer dikin e. Dema ku di 15 Îlonê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê dibin ser Kobanê hevjîne dayika Şemse, yê bi navê Mihemmed Esman ji hevjîna xwe re dibeje “Tu here. Ez ê ji bo xaka xwe û namûsa gelê xwe biparezim li vir bim” û çeka xwe hildigire, di nav refên YPG’ê de cihe xwe di çeperên de digre.
‘BILA EZ LI KOBANÊ BIMIRAMA, JI KOBANÊ DERNEKETIBÛMA'
Dayika Şemsê diyar kir ku heta niha tu xebêr ne ji kurên xwe ne jî ji hevjînê xwe girtiyê û serbilindiya xwe ya bi wan tîne ziman. Dayika Şemsê der heqê êrîşên çeteyan de axivî û diyar kir ku ti danûstandina wan çeteyên DAIŞ’ê re tinebû û ti mafên wan jî li ser axa wan tine ye. Dayika Şemsê got: “Gotin DAIŞ’te êrîşê Kobanê dike, me ti wate nedayê. Lê me dîtîna dît ku gihiştin Kobanê. Edî tiştekî me bikira nemabû. Yek çare me hebû em ji Kobanê derkevin. Lê zilamên me nikaribûn Kobanê berdana. Hevjînê min got, ‘Ez naçim. Ez ê li bin ezmanê sterkan tî birçî bimînin ez dîsa dev jî welatê xwe û axa xwe berbadim.’ Me bi serê xwe sînor derbas kir lê ez derbasbûm şûnde min got xwezî ez li erdê Kobanê bimirama ez ji Kobanê dernaketima. Me hemûyan li xwe xist lê mixabin, em êdî derbas bûn.”
‘HÊVIYA MIN CAREKE DIN DÎTINA KOBANÊ YE'
Dayika Şemsê da zanîn ku her çiqas gelê kurd û dostên kurdan li wan xwedî derketin jî sebra wan ji bilî Kobanê û axa wan dernayê. Şemsê bilêv kir ku bi Şoreşa Rojava re piştî bindestiya bi dehan salan azadiya xwe bi dest xistibûn û jiyana birexistinî li gor çand û jiyana kurdan birevê dibirin, kef û morala wan jî bi wê geş bû. Şemsê diyar kir ku neyarên kurdan ev çeteyên DAIŞ’ê rastî raserî wan kirin û wiha got: “Di serî de dewleta tirk piştgiriyê dide wan. Gelek endamên çeteyan ji ser Tirkiyeyê re derbasî aliye Kobanê bû û êrîş anîn ser me. Anha jî em koçber bûn û di konan de li ber xwe didin. Ligel hemû tiştan em dibên bila Kobanê rojekê pêş de azad bibe. Me ne pêwîste e mal û xanî. Em niha biçin Kobanê de em heriya xwe bixwin. Em di erdên xwe de bimirin em heriya xwe bixwin bila em di vî halî de nebûna. Ez bi xwe gelek poşman im bi hatina xwe. Tenê hêviya min careke din dîtîna Kobanê yê. Me ev rojên vegera Kobanê bidîtîna. Xwedê mezin e înşallah wan rojan jî di demeke nêz de bi saya zarokên me bi qismete meke. Min ehd kiriye. Roja em vegerin ez ê axa xwe ramûsim û bixwim.”