Eyara Erdogan - Cemîl Bayik

Eyara Erdogan - Cemîl Bayik

Serokkomarê Tirkiyeyê tiştê wisa dibêje, mirov difikire ku hevqasî cehalet jî nabe. Bûyîna desthilatdar a feraseteke bi vî rengî bi rastî jî cihê xof û tirsê ye. An mirovekî ku nizane çi dibêje ye, an jî şefê guhertina rojevê ya bi zanebûn li pêşberî me ye. Me dizanîbû ku şefê şerê psîkolojîk heye, lê em matmayî man; ya rast hevqasî jî nabe! Em qala axaftina wî ya digot jin û mêr nabe ku weke hev bin dikin. Heger ji van axaftinên Tayyip Erdogan hin tişt werin hilbijartin em bawer dikin kesayet û têgihiştineke ti psîkolog nikarin analîz bikin derkeve pêşberî me.  Dibêje, "wekheviya jin û mêr berevajî fitratê (afirîn û xwezayê) ye. Dibêje di navbera jin û mêr de cudakarî tune ye. Bi vê yekê re jî di rastiyê de cudakariya di navebara jin û mêr de diparêze. Têgihiştina desilatdariya mêr mîna tiştekî asayî dibîne û rewa dike. Heger tiştê qala wê dike cudabûna hêza fîzîkî ye tu wateya bilêvkirina vê yekê nîne. 

Fîzîka mêr li gora ya jinê masûlkedartir e. Ji xwe kes qala xistina hawîrkarê ya jin û mêr a li qadeke girêdayî fizîkê nake. Di hemû qadên sporê de tîmên jin û mêran cuda ne. Musabaqayên cuda cuda tên kirin. Cinsê jin û cinsê mêr ji hev cuda ne. Yên vê cudahiyê nabîne û qebûl nake tune ne. Wê demê qala newekheviya li qadên cuda tê kirin. Dema qala wekheviyê tê kirin bêyî ku zanibe di kîjan wateyê de tê gotin kirina axaftinên bi vî rengî demagojî û çewtkirina rastiyê ye.  

Dema qala wekheviyê tê kirin tê xwestin ku di rêveçûna dîrokê de bi pêşketina serdestiya mêr re bêbandorkirina jinê ya di nava civakê de û cudakariya heyî divê ji holê rabe. Ne tenê li beramberî qanûnan, di têkiliyên civakî, jiyana civakî de jî wekhevî tê xwestin. Ji ber ku li her aliyê cîhanê cudakariyên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê jî wekheviya di nava jin û mêr de tê xwestin. Erdogan bi gotinên mîna jin û mêr nikarin wek hev bibin van daxwazên wekheviyê red dike. Li gor wî di navbera jin û mêr de wekhevî tune ye. Ji bo Erdogan ê wisa dibêje pêwîste were pirskirin ka di qadên cur be cur de newekhevî heye an tune ye û bersiv bê xwestin. 

Tevgerên ku Têkoşîna Azadiya Jinê didin, dema daxwaziya azadî û wekheviyê dikin herî zêde jî balê dikişînin rastiya ku pêwîste jin ji raman û tevgerên mêranî dûr bikevin. Daxwaz dikin ku ne şibin wan û nebin mîna mêran. Jin; daxwaz dikin bi nasnama, sekn, şêwaz û usluba xwe li her qadê xwedî mafên wekhev, nêzîkatiya wekhev û wekhev werin dîtin. Ti nakokiya vê yekê bi xwezayê re tine ye. Heger em qala civakibûn û mirovahiyê bikin jî li ber çava ye ku gelek karakter û taybetmendiyên bilindtir ê jinê hene. Heger mirov hebûneke civakî be, ji aliyê civakî ve kêmasiya jinê ji ya mêr tine ye, zêdebûna wê heye. Hemû dîrok û ilimimên civakî, lêkolînên antropolojîk nîşan dane ku jin mohra xwe li afirandina yekemîn civakîbûn û çanda mirov daye. Li ser çand, ehlaq û afirandina nirxa pêşî ya aboriyê jî mora jinê heye. 

Ya ku zilam ber bi civakîbûnê ve kişand û li dor xwe civakbûnê, ya rast yê ku mirovatiyê afirand jin e. Nirxên heqê pêşî, dad û wekheviyê ku bi karekterên jinê ne, cihê wê yê di civakê de qewîm kiriye. Lê mixabin paşê jin dane plana duyemîn, bi rêbazek dagirkerî li hemberî jinê desthilatdarî hatiye çêkirin. Hemû desthilatdarî û çandên tundiyê li hemberî jinê xwe xurt kirine. Ji ber vê jî ji bo jin û mêr xwestina wekheviyê ji bo mirovatiyê daxwazek pir bi nirx e û qîmet e. Ji ber ku di bingeha hemû pirsgirêkên civakê de desthilatdariya mêr ya li hember jinê heye. Heta ev desthilatdarî neyê rakirin û wekheviya jin û mêr neyê serdestkirin mirov nikare hemû pirsgirêkên din jî bi awayekî mayînde çareser bikin. Pirsgirêka jinê beriya qanûn û hiqûqê pirsgirêkek ehlaqê civakî û çandê ye. 

Ji ber ku di dema desthilatdariya pênc hezar salan a mêr de, di qadên ehlaqê civakê û çanda wekheviyê de, ne wekhevî, bêdadî, neheqî û çanda zextê pêş ketiye. Ji ber vê di qadên yasa û hiqûqê de bi qasî rakirina newekheviyê, divê di warê zihnîyeta civakê û qada çandê de newekhevî ji holê bê rakirin. Lê belê di zihniyet û nirxandinên Tayyip Erdogan de çanda newekhevî normal û rewa tê dîtin. Ji ber vê jî Tayyip Erdogan bi wateya rastîn berdevkî û nûnertiya zihniyeta mêrê desthilatdar dike. Di rastiyê de ev zihniyeta Erdogan cehaleta wî jî eşkere dike. Ji xwe mirovek cahil e, yan jî ronakbîr û demokrat e yan na, bi nêzîkbûna wî ya ji bo jinê diyar dibe. 

Tayyip Erdogan bi nêzîkbûna li jinê nîşan daye ku eyarê wî çiqas e. Wisa xuya ye ku Tayyip Erdogan jî mîna Erebê ku mîz dike ava zemzemê, bi nêzîkbûn û zihniyeta xwe ya ji bo jinê bê bibîranîn. Bi vî şexsiyeta xwe wekî kesekî neyê jibîrkirin wê di dîrokê de cihê xwe bigre. Eger gotinên Erdogan ya ´di navbera jin û mêr de newekhevî nîne´ baş bê lêkolînkirin wê bê dîtin ku ji her alî ve zihniyetek hegemonîk û nasnameyek derkeve pêşiya me. Li gor Erdogan, Tirk û Kurd nabin wekhev, Elewî û Sûnne nikarin bibin wekî hev, dewlemend û xizan nikarin bibin wekî hev. Ji ber ku hemû newekhevî ji ber “fitrattan” pêk tên. Em çi bêjin, Xweda aqil û fikir bide Tayip Erdogan.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka / Azadiya Welat