ESP ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi greva birçîbûnê dike

ESP ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi greva birçîbûnê dike

Rêxistina ESP'ê ya Îzmirê, ji bo piştgiriyê bide daxwazên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo 2 rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Rêxistina ESP'ê ya Îzmirê, ji bo piştgiriyê bide daxwazên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Sumerbanka berê ji bo 2 rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Komê li qada çalakiyê pankarta "Em ji bo wekheviya gelan di gireva birçîbûnê de ne" û "Gireva li girtîgehan di roja 37'an de ye” vekirin. Li ser mijarê Rêveberê ESP'ê yê Îzmirê Erkan Salduz, daxuyanî da û diyar kir ku girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo azadiya Ocalan bixwazin û tecrida li ser Ocalan bê rakirin 37 roj in di gireva birçîbûnê de ne.

Salduz, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê jî wekî hemû hikûmetên din li hemberî gelê kurd şer dane destpêkirin. Salduz, da zanîn ku ew ji wekheviya biratiya gelan bawer dikin û xwest berî her tiştî daxwaza girtiyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lezgîn li ber çavan bê girtin. Salduz, xwest hemû girtiyên girtîgeha Tîpa F û mexdûrên TMK'ê serbest bên berdan. Salduz, destnîşan kir ku li girtîgehan mirinek çê bibe Wezîrê Dadê berpirsiyar e.

Çalakiya gireva birçîbûnê ya ESP'ê dê sibê saet di 18.00'an de bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.