ESP: Faşîzma AKP û MHP’ê ev êriş kiriye
Desteya Rêvebir a Navendî ya ESP’ê derbarê êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê got “Ev provayeke qirêj û bi xwîn e’ bal kişand ser vî tiştî ku ev êriş ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê hatiye kirin.
Desteya Rêvebir a Navendî ya ESP’ê derbarê êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê got “Ev provayeke qirêj û bi xwîn e’ bal kişand ser vî tiştî ku ev êriş ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê hatiye kirin.
Desteya Rêvebir a Navendî ya ESP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Faşîzma AKP û MHP’ê bi sûîkastên siyasî dixwaze ji krîza rejîmê derkeve. Sûcên wan ên wekî nelirêtî, bazirganiya tiryakê, dijminatiya li hemberî jinan û çekên ji çeteyên DAÎŞ’ê re şandine dema ku ji aliyê hevkarê wan ê çete Sedat Peker hate eşkerekirin, ew dixwazin krîza xwe bi provaya şerekî navxweyî veşêrin. Berpirsên komkujiya Gaziyê îro li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hevala me ya bi navê Denîz Poyraz kuştin û agir bi avahiya partiyê xistin. Gelekî eşkere ye ku ev êrîş ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê hatiye kirin.
Vê qetlîama ku bi kontrola dewletê hatiye kirin, provaya qirêj û bi xwîn a ji bo sekinandina têkoşîna me bindest, kedkar, karker, jin û berxwedana gelan û têkoşîna azadiyê ye. Îro xwedîlêderketina HDP’ê tê wateya îtîraza li hemberî polîtîkaya şerê navxweyî ya faşîzmê.
Li hemberî êrişkariya faşîzmê roj roja xwedîlêderketina HDP’ê, xurtkirina têkoşîna yekgirtî ya antîfaşîst û daketina kolanan e. Em bang li raya giştî ya demokratîk, şoreşger û gelê xwe dikin ku li dora HDP’ê bibin xeleq û ji êrîşkariya faşîzmê re bibêjin ‘Êdî bes e.”