Ertûgrûl Kurkçu: Piştî 2 hefteyên din dibe ku gelekî dereng be!
Kurkçu got, "Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke şaredariya bira, Amed jî weke bajarê bira îlan kiribû. Eger biratî ne îro be, wê kengê be?"
Kurkçu got, "Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke şaredariya bira, Amed jî weke bajarê bira îlan kiribû. Eger biratî ne îro be, wê kengê be?"
Kurkçu got, "Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke şaredariya bira, Amed jî weke bajarê bira îlan kiribû. Eger biratî ne îro be, wê kengê be?"
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, mijarên di rojevê de ne ji ANF'ê re nirxand.
Kurkçu da xuyakirin ku navçeya Amed Sûr, ji aliyê dewletê ve bi zanebûn hatiye şewitandin û destnîşan kir, ku ji vê mezintir tiştekî hov û tirsnak nabe. Kurkçu got, "Kurdistan wê nebe mêtingeh. Ti navçeyeke Kurdistanê nabe ku li pêkanîneke mêtingehê rast bê. Îsyan jî di nav de mafê gelê Kurd heye ku serî li her şêwe dijderketinê bide. Mafê bingehîn ê welatîbûnê ev e. Gelê Sûrê ji bo li ber xwe bide, bi her awayî sedemên xwe hene."
'EM BI ENDÎŞE NE'
Kurkçu vekişandina mamosteyan ji dibistanên li Cizîr û Silopiyayê û bicihkirina hejmareke zêdetir personelên tenduristiyê nirxand û got, "Ev yek beyaneke vekirî ye, ku yên ev navçe neterikandine wê rastî êrîşên bi çekên giran bên û jiyana wan ewle nîne. Dewlet ji yên mayî re dibêje, 'jiyana we ji yên çûne çêtir nîne'." Kurkçu da xuyakirin, ku ew bi endîşe ne ku asta komkujiyê gelekî mezin be.
'MAFÊ ME YÊ XWERÊVEBIRINÊ HEYE'
Kurkçu da zanîn ku sedema dijminatiya dewletê ya li xwerêveberiyên li Kurdistanê vekirî ye û got, "Li hemberî îdareya seqet û nayê qebûlkirin a dewletê, alternatîfeke aştiyane hat pêşkêşkirin. Dewlet ji ber vê yekê bi hêrs e û êrîş dike. Ya ku pêvajoya aştî û muzakereyê têk bir hikûmet e. Lê em xwe neserketî nabînin. Lewma mafê me heye ku em xwe bi xwe bi rêve bibin."
Kurkçu bal kişand ser xendekên hatine kolandin û destnîşan kir, ku xendek yek ji rêyên xweparastina li hemberî şîdetê ye.
Kurkçu bêdengiya Tirkiyeyê ya li pêşberî rewşê bibîr xist û diyar kir ku Tirkiye wê piştî deh salan ji vê bêdengiya xwe gelekî şerm bike.
Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku di nava van şert û mercan de destpêkirina muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, yek ji alternatîfên herî baş in û got, "Pêwîste pêvajo ji cihê mayî bidome. Eger li ser bingeha çarçoveya Ocalan destnîşan kiriye muzakereyek rasteqîn neyê meşandin, hingî pêwîstî bi diyalogê nîne. Aliyan nêrînên xwe bi awayekî vekirî danîn holê."
Kurkçu di dewama axaftina xwe de got, "Meseleya bingehîn ev e; Kurd wê jiyaneke nû ya mafdar û wekhev di nava dewletê de ava bikin yan na? Kurd ji bo vê amade ne, lê dewlet ne amade ye. Ev qiyamet jî ji ber vê radibe."
XETERIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ
Kurkçu diyar kir ku li Kurdistanê şerekî navxweyî nîne û got, "Gel li dijî gel şer nake. Dewlet bi hêza xwe ya çekdar êrîşî gel dike. Şer ji ber vê yekê diqewime. Lê belê kengê dewletê dît tengav bûye, dikare vî şerî li nava civakê belav bike. Eger dawî li vî şerî neyê anîn û deriyê lihevkirinê ji nû ve neyê vekirin, wê hikûmet tengav bibe. Hingî dibe ku deriyê şerê navvxweyî vebe. Ev yek rewşeke gelekî xetere ye. Dibe ku li metropolan jî dijminatî û şerekî mezin rû bide. Yên vî derî vekin, wê bên lenetkirin. Hêvîdarim ev derî wê venebe."
'PIŞTÎ DU HEFTEYÊN DIN DIBE KU DERENG BE'
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin, ku ne dewlet jî be divê gel bikeve dewrê û mafê vîna jiyana hevpar bê dayîn. Kurkçu got, "Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke şaredariya bira, Amed jî weke bajarê bira îlan kiribû. Eger biratî ne îro be, wê kengê be? Eger bersiva vê pirsê neyê dayîn, hingî wê demeke gelekî tirsnak ji bo gelên Tirkiyeyê destpê bike."
Kurkçu da zanîn ku divê rêxistinên civakî yên sivîl li cem gelê Kurd cih bigirin û got, "Eger ev yek niha neyê kirin, dibe ku piştî du hefteyên din dereng be."