Erol Can ê YPG’î li Osloyê hat bibîranîn

Erol Can ê YPG’î li Osloyê hat bibîranîn

Şervanê YPG’ê Erol Can ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Osloyê hate bibîranîn.

Erol Can (Serhildan Demhat) yê YPG’î ku li Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da paytexta Oslo ya Norwecê li Komeleya Çanda Kurdistanê bi bernameyekê hate bibîranîn. Di bernameyê de di navde piranî Norwecî jî ku hebûn gelek kes tevlî bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Naîm Acar di bernameyê de axivî û got ku divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Kobanê.

Bernameya ku du saetan berdewam kir, rastî eleqeyeke zêde ya Norweciyan hat.