Ermenîstan li Swêdê sefaretxane vekir

Ermenîstan li Swêdê sefaretxane vekir

Li Stockholma a Swêdê bi merasîmekê Sefaretxaneya Ermenîstan a Swêdê hate vekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Edward Nalbandyan di merasîma ku vekirina wê kir, gelek parlamenterên Swêdê û rayedarên sefaretxaneyên Afrîka, Asya, welatên Afrîkayê jî tevlî bûn.

Nalbantyan di merasîmê de axaftinek kir û diyar kir ku di salên dawî de tevî ku di navbera Swêd û Ermenîstanê de têkilî pêş ketine jî li ser têkiliyên bazirganî asta ku tê xwestin nehatiye bidestxistin û ev sefaretxane wê kêmasiyan ji holê rake.

Nalbantyan da zanîn ku sala pêşiya me 100’emîn salvegera ku Osmaniyan gelê Ermenî qir kiriye û got: “Di sala 1915’an de di dema ku qirkirin pêk hat mîsyonerê Swêdî Alma Johansson şahidiya vê komkujiyê kiriye û pirtûka wî ya ku komkujiyê vedibêje ji bo dîroknasan çavkaniyek gelek girîng e. Parlamentoya Swêdê di 2010’an de biryara qirkirinê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye. Ez ji bo parlamenterên Swêdî yên ji bo biryara qirkirinê deng dane spas dikim.

BERHEMÊN KOMÎTAS

Piştî axaftina Nalbantyan hunermendê Ermenî Davîd Mosîsyan, Tîgran Mîkaelyan, Elen Harutyunyan Vîolînlerî, Suren Anîsonya bi çeloya xwe berhemên Komîtas ê yek ji bestekarê herî mezin ên Ermenîyane gotin.

Komîtas, di sala 1869’an de li Kutahyayê hatiye dinê û bi hezaran stranên Ermenî û Tirkî ji nû ve çêkiriye, gelek beste jî amade kirine. Di 24’ê Nîsana 1915’an de hatiye girtin û di nava 234 rewşenbîrên Ermenî de bû. Komîtas dişînin kampa Çankiriyê, li wir nexweş dikeve û dişînin nexweşxaneyê.  Komîtas ku şoka komkujiyê ji ser xwe neavêt, heta mir 20 salan li Parîsê di nexweşxaneyekê de ma. Di vê demê de ti berhemek çênekir.

Berdevkê Çapemeniya Federasyona Ermeniyan a Swêdê Vaghan Avediyan ji ANF’ê re axivî û got ku heta îro ji ber ku li Swêdê Sefaretxaneya Ermenîstanê tunebû, ev peywir federasyonan dimeşand û vê jî rê li ber pirsgirêka temsîliyetê vedikir.

HIKÛMETA NÛ WÊ BIRYARÊ BIKE MERIYETÊ

Parlamenterê Partiya Keskan a Hawirdorê û Serokê Partiya Stockholmê Mats Pertoft diyar kir ku heta îro nebûna saziyeke wisa ya Ermeniyan a li Swêdê kêmasiyek mezin e û vekirina seferatxaneyê wê têkiliya her du welatan bihêztir bike.