Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, diyar kir ku di 10 salên serdema desthilardariya wan ya AKP'ê de hêjmara hikumxwaran 63 hezar û 586 kes zêde bûne.
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, pirsnameya Parlamanterê CHP'ê yê Meletiyê Velî Agbaba bersivand û diyar kir ku, di 10 salên serdema desthilatdariya wan ya AKP'ê de hêjmara hikumxwaran 63 hezar û 586 kes zêde bûne. Ergîn anî ziman ku, li gorî saziya înfaza ceza di sala 1990'an de 29 hezar û 373, di sala 1991'an de 11 hezar û 47, di sala 1992'an de 12 hezar û 823, di sala 1993'an de 15 hezar û 147, di sala 1994'an de 16 hezar û 881, di sala 1995'an de 22 hezar 8, di sala 1996'an de 26 hezar û 979, di sala 1997'an de 36 hezar û 334, di sala 1998'an de 35 hezar û 886, di sala 1999'an de 42 hezar û 665, di sala 2000'an de 25 hezar û 545, di sala 2001'an de 30 hezar û 384, di sala 2002'an de 33 hezar û 273, di sala 2003'an de 35 hezar û 730, di sala 2004'an de 40 hezar û 451, di sala 2005'an de 29 hezar û 445, di sala 2006'an de 35 hezar û 865, di sala 2007'an de 52 hezar û 809, di sala 2008'an de 63 hezar û 63, di sala 2009'an de 76 hezar, di sala 2010'an de 86 hezar û 566, di sala 2011'an de 92 hezar û 617, di sala 2012'an de 93 hezar û 970 hikumxwar hene.
Ergin, da zanîn ku li gorî 29'ê Sibata 2012'an hêjmara girtiyên edlî 87 hezar û 760, hêjmara hikumxwarên siyasî 4 hezar û 268, sûcên berjewendiyê 911 û 1031 kes jî sûcê koma wan nediyare. Ergîn da zanîn ku 93 hezar û 970 kesên hikûmxwar girtî ne.