Serokwezîrê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî hat Enqereyê û bi Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan û Rawêjkarê Wezareta Derve Ferîdun Sînîrlîoglu re hevdîtin pêk anî.
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di 16’ê gulanê de hat Enqereyê û li lobiya Otela Hîltonê bi Rawêjkarê Wezareta Derve Ferîdun Sînîrlîoglu re hevdîtin pêk anî. Barzanî piştî hevdîtina bi Sînîrlîoglu ku nêzî seatekî dom kir, ji otelê veqetiya û ji bo bi Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan hevdîtin pêk bîne çû Avahiya Serowezaretê ya fermî. Hevdîtina ku di navbera Barzanî û Erdogan pêk hat de ji çapemeniyê hatibû girtin û derbarî hevdîtinê de agahî nehate dayîn.
Erdogan beriya hevdîtina bi Barzanî bi Serfermandarê Arteşa Tirk Orgeneral Necdet Ozel hevdîtin pêkanî. Hevdîtina bi Ozel nêzî 40 deqîqe dom kir û tu agahî nehate dayîn.