Serokê AKP’ê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna serokên rêxistina bajaran ên partiya xwe de axivî û diyar kir ku ew ji bo hilbijartinên herêmî referandûm nafikirin. Erdogan diyar kir ku ew dixwazin CHP û MHP’ê li aliyê xwe bibin û ji bo BDP’ê jî got; “Jixwe me dawî li muzakereya bi wan re aniye.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna serokên rêxistina bajaran ên partiya xwe de axivî û diyar kir ku ew ji bo qanûna hilbijartina herêmî referandûmê nakin.
Erdogan ji bo mijara mafê hilbijartina 18 salî jî diyar kir ku ew dixwazin MHP û CHP’ê jî li aliyê xwe bibînin. Erdogan ji bo BDP’ê jî got; “ji bo BDP’ê jî got; “Jixwe me dawî li muzakereya bi wan re aniye. Tiştek ku em bi yên terorîstan hembêz dikin re tu muzakereyek ku em bikin tune ye.”