'Erdoğan li Efrînê zarokan dikuje'

Kujerê zarokan Erdoğan li Los Angelesê hate şermezarkirin. Li bajarên Munchen û Drauignanê di çalakiyên Newrozê de dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.

Kujerê zarokan Erdoğan li Los Angelesê hate şermezarkirin. Li bajarên Munchen û Drauignanê di çalakiyên Newrozê de dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.

LOS ANGELES: Lli bajarê Los Angeles ê Amerîkayê, duh jî ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Kurd ev hefteyeke li ber avahiya hikumetê nobedê digire. Komalên Ciwanên Kurd jî li ser pira Road a li San Diegoyê bi rêya ronahiyê çalakiya protestoyî kirin û alên YPG/YPJ'ê vekirin. Heman çalakî wê dawiya her hefteyê li kolaneke qelebalix a Los Angelesê bê lidarxistin. Çalakiyeke din jî li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a li Los Angelesê bû. Amerîkiyan jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de afîşên bi nivîsa "Kujer Erdogan li Efrînê zarokên Kurd dikuje" hatin daliqandin.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, partiya Die Linke şevek ji bo Newrozê organîze kir û gelek dostên Kurd tevlî bûn. Di çalakiya Newrozê de dagirkerî û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye hatin şermezarkirin. Qisekeran xwestin dawî li dagirkirina Efrînê were anîn û bêdengiya desthilatdarên cîhana rojava rexne kirin.

DRAGUIGNAN: Çalakiya Newrozê ya li bajarê Draguignan ê Fransayê bi pêşengiya Meclîa Gel a Demokratîk ve hate lidarxistin û siyasetmedarê Kurd Hatip Dicle lê axivî. Dicle berxwedana li Efrînê silav kir û got, aqûbeta Erdoğan jî wê ne mîna ya Özal be, wî mîna ya Saddam û Kaddafî be.