Erdogan dijminatiya li hember Kurdan sor dike

Heger mudaxeleyî Rojava bike wê encameke çawa bidest bixe? mîna Tayyip Erdogan dixwaze, nabe. Ew der wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek. Divê Kurd hedefên bêoxir ên desthilatdariya AKP’ê bibînin û ji niha ve li dij AKP’ê helwesta xwe nîşan bidin.  

Tayyîp Erdogan di cejnê de li navçeyên sînor ên Rihayê axivî. Di axaftina xwe de got, ew ê destûrê nedin li Bakurê Sûriyeyê dewleta Kurd were avakirin. Di rastiyê de tişta qala wê dikir ew bû ku Kurd li Rojava nebin xwedî maf. Heger li Rojava Kurd mafên xwe bidest bixin ev dikare ji bo Kurdên Bakur jî bibe mînak. Li ku dera cîhanê Kurd maf bidest bixin, Tayyip Erdogan jê re dibe dijmin. Kurd li Ewrûpayê meş an protestoyên demokratîk pêk tînin, Tayyip Erdogan dixwaze li wir jî Kurdan bêdeng bike.  

Di axaftina xwe ya li Rihayê de bang li penaberên Ereb kir. Di axaftina xwe ya li vir de hewl da di nava penaberên Ereb de dijberiya Kurdan biafirîne. Di rewşekê de ku li Bakurê Sûriyeyê Kurd û Ereb di nava dostaniyê de dijîn, Tayyip Erdogan hewl dide Kurdan û Ereban bênê dijberî hev. Di rastiyê de dixwaze Erebên li Rihayê û Kurdan ji hev re bike dijmin. Ji bo li Rihayê civakeke Ereb a bi tevahî hevkariya wî bike, biafirîne, dixebite. Ji bo vê yekê jî olê bi kar tîne. Heger di demên pêş de di navbera Kurd û Ereban de şer biqewime, şaş nemînin. Ji ber ku li Rihayê komên çete jî tên avakirin. Sala 1970’yî di dema Desthilatdariya Eniya Neteweyî de MHP’ê xwe di nava Saziya Reforma Erdê de birêxistin kiribû. Di ser vê yekê re li Akçakale û Harranê dijminatiya Kurdan bi pêş dixist. Desilatdariya AKP’ê niha dixwaze rewşekê biafirîne ku ji ya di sala 1970’yî de MHP’ê xwest li Rihayê pêk bîne xirabtir e. Niha dixwaze demografya Rihayê biguherîne. Bi şêwazê bicîhkirina Erebên ji Sûriyeyê hatî, dixwaze nifûsa Rihayê dijberî Kurdan biguherîne. Ev sûcekî komkujiyê ye. Tiştên ku sala 1926’an di Plana Islahata Şerqê de dixwestin bi ser bixin, niha li ser Rihayê tên meşandin. Dema li Rihayê gotinên, yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet dihatin gotin, di rastiyê de wan cewherê Plana Islahatê ya Şerqê radixiste ber çavan. 

Tayyip Erdogan plan dike ku Erebên li ser sînorê Rihayê bi cîh bike di êrîşên li dij Rojava de bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî di nava komên penaber de rêxistibûyinên çete ava dike. Çawa ku di destpêka Şoreşa Rojava de li Serêkaniyê komên çete yên El Nûsrayê xistin dewreyê û êrîşê Serêkaniyê kirin, niha heman tiştî ji bo Girê Spî (Til Ebyad) plan dike. Ev ne dijminatiya Kurdan be, çi ye? Pirraniya Til Ebyadê Ereb in, lê belê berê nifûseke mezin a Kurd lê hebû. Dema DAIŞ li wir bi cîh bû, pirraniya wan herêm terk kirin. Di heman demê de dewleta Tirk xwestibû Kurd derbasî Tirkiyeyê bibin û ji wir jî berê xwe bidin Ewrûpayê. Her wiha difikirî Erebên li sînor beşekê li Rihayê, yê din jî heger karibe dagir bike li Rojava bi cîh bike. Tirkmenên ji Sûriyeyê mîna penaber hatin Tirkiyeyê niha li Babê û gundên derdorê tên bicîhkirin. Ne tenê li cihê Kurdan, li cihê Ereban jî Tirkmen têne bicîhkirin. Bi vê yekê, xencera Tirkmen dixine navbera kantonên Kobanê û Efrînê. 

Karê desthilatdariya AKP’ê ya niha guhertina hebûna demografîk a Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî nerîna wan siyasî çi dibe bila bibe, divê hemû Kurd li dij hewldanên lîstina bi nifûsa Kurdistanê derkevin. Kurdek an derdorên Kurd ên li dij guhertina rêjeya nifûsa li Kurdistanê dernekevin, di rewşa hevkarê dijmin û xayinan de ne. Ji ber vê yekê jî hemû hêzên Kurd ên nihêrîna wan a siyasî cuda û partî divê werin gel hev û li dij guhertina hebûna demografîk a Kurdistanê helwesteke hevbeş nîşan bidin û vê helwêstê li raya giştî eşkere bikin. Ne tenê li Rihayê, li Bedlîs, Wan û cihên din jî komên ne Kurd tên bicîhkirin. Tê gotin, dixwazin li cihên mîna Amed û Mêrdînê jî Ereban bi cîh bikin. Ev ne ji wan tiştan in ku werin qebûlkirin. Pêwîst e hemû Kurd bi helwêsteke hevbeş li dij tiştên wisa derkevin.  Ji ber ku ev êrîşeke li dij hebûna Kurdan e. 

Divê hemû Kurd dijminatiya Tayyip Erdogan a li dij Kurdan bibînin. Beriya sê salan bi gotinên, Kobanê wa ket va dikeve, wî digot wê Şoreşa Rojava bifetise. Tişta ku wê demê dixwest bi destê çeteyan bike, niha yekser bi xwe dixwaze bibe serî. Kurd tenê dixwazin mafê xwe yê hebûnê li Rojava bi dest bixin. Erdogan bi gotinên ku ew destûrê nadin dewletê, mijarê berovajî dike. Dixwaze hinceta êrîşkirina Rojava biafirîne. Bersiva pirsa, heger mudaxeleyî Rojava bike wê encameke çawa bidest bixe; mîna Tayyip Erdogan dixwaze, nabe. Ew der wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek. Divê Kurd hedefên bêoxir ên desthilatdariya AKP’ê bibînin û ji niha ve li dij AKP’ê helwesta xwe nîşan bidin. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA