Erdogan çav berdaye Amed, Wan û Şirnexê

Erdogan çav berdaye Amed, Wan û Şirnexê

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên dawî yên herêmî de got; “Ez Amedê dixwazim! Ji bo wê çi pêwîst be bikin” û di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya partiya xwe ya roja duşemê pêk hat de hilbijartina pêşwext hat nirxandin. Erdogan çav berdaye ser Amed, Wan û Şirnexê û ji bo her sê bajaran ferman da.

LRN’ya AKP’ê roja duşemê di bin serokatiya Erdogan de kom bû û di civînê de hat gotûbêjkirin ku ji ber hinceta şert û mercên zivistanê hilbijartina herêmî di cotmeha 2013’ê de bên kirin.

Her wiha, di civîna AKP’ê de hate diyarkirin ku her çendî ji ber şert û mercên zivistanê be jî, dê weke hilijartina pêşwext were fêmkirin û tiştek wiha di rêziknameya AKP’ê de tune ye. Hat diyarkirin ku Erdogan gotiye; “Gelo ji bo vê yekê pêwîstî bi guhertina makeqanûnê tune ye? Xebatên nû yên hilbijartinê hene. Bi awayê teknîkî zor e ku mirov hilbijartinên herêmî bîne demsala payîzê. Lê mirov dikare gotûbêj bike." Lê bi awayeke giştî, di civînê de hat destnîşankirin ku ger muxalefet jî qebûl bikin, dibe hilbijartina pêşwext bê kirin.

Li aliyeke din, Erdogan di civîna Serokên Bajaran a partiya xwe ya ji çapemeniyê re girtî pêk hat de ferman da teşkîlatên partiya xwe. Erdogan di civînê de fermana “Girîngî bidin ser Wan û Amedê” û îdîa kir ku ger zêdetir bixebitin ew dikarin van şaredariyan ji BDP’ê bistînin. Erdogan ferman da serokên bajaran ên partiya xwe û got; “Ger hûn hinek din jî xîret bikin, hûn Amedê jî, Wanê jî, Pasûrê û Şirnexê jî bigirin.”