Ensarî yê AKP’î 40 karkerên daxwaza heqê xwe kirin ji kar derxist

Serokê Şaredariya Şaxê Şefîk Ensarî yê weke qeyûm şaredarî dagir kiriye û xwediyê Tekstîla Enkar e, derket holê ku 40 karkerên bê sîgorta ku li beramberî 2 hezar TL kar dikir ku daxwaza heqdestê xwe kirin, bê heqê wan bide ji kar derxistiye.

Li bajarê tekstîlê ya li taxa Kûrûbaşî ya Wanê cih digire, tevî ku di hilbijartina 2019’an de hilbijartina ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve winda kiriye jî Şefîk Ensarî weke serokê şaredariyê hate danîn, tekstîla wî ya bi navê ENKAR heye. Li tekstîlê derdorî 100 karker di şertên xirab de kar dike. Kerdarên jêrî heqdesta asgarî kar dikin, nêzî salekê ne heqê xwe negirtine, heqdestê 40 karkerên berî 3 mehan ji kar hatibûn derxistin jî ji ber daxwaza heqê xwe kirine, ji kar hatine derxistin.

Karkerên ku ji kar hatine derxistin rewşê wiha vedibêjin: “Bi mehan jêrî heqdesta asgarî me kar kir. Ji ber bêkar nemînin me gelek zehmetî kişand, lê tevî bi mehan e heqdestê me nedane. Dema me ev yek qebûl nekir jî em ji kar derxistin. Kargeha tekstîl a em lê kar dikin ya Şefîk Ensarî ye lê di fermiyetê de li ser kurê wî kar tê kirin. Her cara me daxwaz heqê xwe kir tim ji bo me digotin; ‘Aliyê din pere narazînin, em çi bikin?’ heqê me nedida. Dema me îtiraza vê kir, em ji kar derxistin.Em ê heqê xwe li darazê bigerin.”