Endamên Partiya Çepgir ji bo piştgiriyê di greva birçîbûnê de ne

Endamên Partiya Çepgir ji bo piştgiriyê di greva birçîbûnê de ne

Endamên Komîteya Têkiliyên Navneteweyi yên Partiya Uppsala ya Partiya Çepgir a Swêdê, Yekbûn Alp û Joakim Medin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine desptêkirin, di 21’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Yekbûn Alp û Medin li ser navê rêxistina Partiya Çepgir a Uppsalayê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kirin ku wana ji bo piştgiriyê bi grevên birçîbûnê yên ku bi sê dawazên; perwerdehiya zimanê Kurdî, naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd û serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatine destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di daxuyaniya ji çapemeniya nivîskî û dîtbarî re hate şandin, hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê derdora 9 hezar Kurd ji ber sedemên bê bingeh di girtîgehan de ne û wiha hat gotin:

“Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo Kurdan û parastina bi Kurdî jixwe neyên nîqaşkirin jî. Divê mafên demokratîk ên Kurdan bên qebûlkirin, kesên ji doza KCK’ê hatine giritn serbest bên berdan. Pêşketinên têkildarê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ne ber bi pêş, ber bi paş ve diçlin. Ji ber vê jî di girtîgehan de grevên birçîbûnê hene. Em bang li dewleta Tirk dikin ku daxwazên çalakgerên grevê pêk bîne. Dibe sibê pir dereng bibe.”

Beriya niha Parlementera Partiya Çepgir Amineh Kakabaveh jî greva birçîbûnê bi pêşniyarpirsekê biribû rojeva Parlementoya Swêdê.