Endamên DAD'ê serdana malbatên girtiyan kirin

Endamên DAD'ê serdana malbatên girtiyan kirin ku ev 10 roj in li Baroya Izmîrê di nobetê de ne.

Çalakiya Nobeta Dadê ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatî şewitandin di roja 10'an de li Baroya Izmîrê didome. Endamên şûbeya Izmîrê ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) serdana malbatan kirin.

Serokê Şûbeya Izmîrê ya DAD'ê Zeynel Bozkurt got, ''Em di rojên Xizir de ne. Xizir di rojên teng de bi hawara mirov ve tê. Me jî xwest di vê demê de werin, divê em ji hev re bibin Xizir. Çalakiya nobetê têkoşîna heq e û pîroz e. Divê hemû girtiyên nexweş bêne berdan.''

Li ser navê malbatan Hanîfe Gumuş jî got AKP-MHP zilmê ne tenê li Kurdan dike, li hemû gelan dike û got, ''Em naxawzin ji girtîgehan tabût derkevin. Dewlet xwedî helwesteke kêfî ye. Ev ne hiqûq e. Em aştiyê dixwazin, divê tecrîd rabe.''