Endamên civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê hatin aşkerakirin

Endamên civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê hatin aşkerakirin

Danezana encamê ya Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin aşkerakirin.

Meclîsa Giştî y HDK'ê û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ku di 12'ê Cotmehê de li Stenbolê kom bûn, rojevên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelemperiya Cîhıanê nirxand, xebatên Civata Giştî ya HDK û Kongreya Awarte ya HDP'ê, amadekariyên Hilbijartinên Herêmî yên 2014'an di ber çavan re derbas kirin û der barê dema nû de berpirsyarî û wezîfeyên xwe diyar kirin.

Di danezanê de erkdariya şer hat bibîrxistin û hat gotin, "Hikûmeta AKP'ê ku polîtîkaya wê ya Sûriye, Rojhilata Navîn û derve têk çûye, bi destekdayîna çeteyên mîna El Nûsra û El Qaîdeyê hewldanên xwe yên ji bo fetisandina Şoreşa Rojava dewam dike, piştgiriyê dide şer e."

Di danezanê de hat ragihandin ku HDK û HDP'ê di rêveberiya herêmî û giştî de ji bo gelên bindest alternatîfeke nû hûnandiye.

Di danezanê de hat bibîrxistin ku di mijara daxwazên gelê Kurd ên KCK'ê careke din anîn ziman de gaveke berçav nehatiye avêtin û hat gotin: "Daxwazên welatiyên me yên Elewî û gelên me yên ji baweriyên cuda, nayên dayîn. Cihêrengiya me ya çandî ji nedîtî ve tê."

Di danezanê de hat destnîşankirin ku erdhejzedeyên li Wanê ji mirinê re hatine terikandin û banga piştgiriyê li raya giştî hat kirin.

Der barê karên HDK û HDP di rojên pêş de bikin ev biryar hatin stendin:

"Di çalakiya 19'ê Cotmehê ya li Mersînê û 3'ê Mijdarê ya li Stenbolê de emê li gel rêxistinên Elewî bin û daxwazên welatiya azad bi hev re bînin ziman.

- Weke HDK û HDP di serî de gelê Rojava emê piştevahiya hemû gelên têdikoşin bikin, têkoşîna me ya li dijî şerên emperyalîst, derbeyan, dîktatoriyan û sorkirinên şer, dewam bike.

- Di 26'ê Cotmehê de li Salona Kocatepe ya Enqerê Civata Giştî ya HDK'ê û di 27'ê Cotmehê de jî li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqerê dê Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were lidarxistin."