Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo Korkmaz li hev civiyan
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo Atîlla Korkmaz ê ku di sala 1996’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetîlkirin, li hev civiyan.
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo Atîlla Korkmaz ê ku di sala 1996’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetîlkirin, li hev civiyan.
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 723’yemîn de çalakiya xwe ya edaletê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbat vê hefteyê ji bo Atîlla Korkmaz ê ku di 8’ê Kanûna 1996’an de li Amedê hatibû qetilkirin, li hev civiyan.
SERPÊHATIYA KORKMAZ
Çîroka Atîlla Korkmaz ji aliyê Endemê Komîsyona Xizmên Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Akdeniz diyar kir ku di 8’ê Kanûna 1996’an de bi daxwaza îfadeyê 3 polîsên sivîl li navçeya Rezana Amedê, Korkmaz destgîr kirine û piştre Korkmaz hatiye windakirin. Akdenîz bi lêv kir ku piştî Korkmaz tê destgîrkirin malbata wî serî li saziyên dewletê didin lê tu encam nastînin û axaftina xwe wiha domand: “Hevjina Atîlla Korkmaz, Rasîme Korkmaz serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide, bavê Atîlla Korkmaz jî serî li Miduriyeta Polîsan dide lê tevî hemû serlêdanan jî nikarin tu encameke bi dest bixin. Di 2’ê Çileya 1997’an de Midûriyeta Polîsan a Amedê li malbata Atîlla Korkmaz digerin û dibêjin 2 cenaze li goristana bêkesan a Semsûrê hatine vêşartin. Malbat diçe Semsûrê û apê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz cenazeyê biraziyê xwe teşhîş dike. Yê ku bi Atîlla Korkmaz re hatibû qetilkirin jî Mahmûd Onerari yê ku li navçeya Lîcê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû destgîrkirin ku tu agahî jê nehatibû stendin. Hat zanîn ku Atîlla Korkmaz û Mahmûd Onerari piştî ku hatine destgîrkirin ji aliyê polîsan ve hatine gulebarankirin û qetilkirin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştine hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.