Endamê HEDEP'ê Kaya jî hat binçavkirin

Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlûm Kaya hat binçavkirin. Dema binçavkirina rêveberên Rêxistina HDP’a Beylikduzuyê jî 24 saetan hate dirêjkirin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mazlûm Kaya ku di 20’ê Cotmehê de ji aliyê kesên xwe weke polîsan dan nasîn ve hatibû revandin, derbkirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin, îro serê sibê bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Kaya yê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.

Hate zanîn ku têkildarî binçavkirina Kaya ji dosyayê re biryara veşartî hatiye dayîn û hevdîtina bi parêzeran re hatiye sînorkirin

DEMA BINÇAVKIRINÊ HATE DIRÊJKIRIN

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr duh serê sibê di serdegirtinên malan de li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn, birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.

Di lêpirsîna ku derbarê wê de biryara sînordarkirinê hate dayîn de tê payîn ku îro parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û dema binçavkirina wan 24 saetan hatiye dirêjkirin.