Emrûllah Şenyuz ê HDP’î hat girtin

Emrûllah Şenyuz ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, hat girtin.

Li navçeya Beylîkduziya Stenbolê di 27’ê cotmehê de polîsan bi ser malên rêveberên HDP’ê de girtibûn û ew kiribûn binçavan. Ji rêveberên HDP’ê yên Beylîkduziyê Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr ev sê roj bûn di binçavan de bûn. Piştî karûbarên li midûriyeta polîsan ew birin Edliyeya Çaglayanê. Rêveberên binçavkirî bi xebatên xwe yên partyê hatin sûcdarkirin û çalakî û şahiyên partiya wan ji wan hatin pirskirin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê Gokçe û Demîr hatin berdan. Emrûllah Şenyuz jî ji hêla dadgehê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin û ew şandin girtîgehê.