Di filma ji bo spota gelemperiyê ji aliyê Emiyeta Tirk ve hate amadekirin, de tê îdîakirin ku rêxistin keçên ciwan bi gulan dixapînin, dikin endam û ji bo vê yekê dibin mitîngan.
Ev spota gelemperiyê ji aliyê Lijneya Radyo û Televîzyona Tirk (RTUK) ve hate erêkirinn. Di filmê de behsa xebatên qezençkirina endaman ên rêxistinan dikin. Di filmê de platoforma ku têde pankartên wek “Demokrasî”, “ Em dê bi berxwedanê qezenç bikin” cih digirin, heye.
Film bi gotinên wek “Hûn di huzurê de bijîn, rêxistina terorê kemîn daniye. Hûn li hemberî xeteriyan bê parastin in, bi awayek dilxweş nêzî nêçîra xwe dibin” dest pê dike û dibêje “Bi kemînên danîne, jiyana keçên ciwan tune dikin. Ji bo têkbirina van kemînan em her tin li cem we ne.” Di filmê de keçek ciwan ku çalakiya xwekujî li dar dixe, têde heye.
Hin endamên RTUK’ê xwestin ev sehneyên bi xwîn bên derxistin. Endamên AKP’yî guh nedan van îtîrazan.