Emîrê Dewleta Îslamî yê Rojhilatê Helebê hate kuştin

Emîrê Dewleta Îslamî yê Rojhilatê Helebê hate kuştin

Emîrê Rojhilatê Helebê Ebû Ubeyda El-Tunusî yê koma çekdar a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam di pevçûnên li Til Eranê de hate kuştin.

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam di malpera ya înteretê de diyar kir ku Emîrê wan ê Rojhilatê Helebê Ebû Ubeyda El-Tunusî di pevçûnên li bajaroka Til Eranê ku di navbera wan û Eniya El-Ekrad de derketibû de hatiye kuştin.

Lê di nûçeyê de nehat diyarkirin ka El-Tunusu kengî hatiye kuştin.

Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra ev 5 rojin êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên girêdayî Helebê dikin.

Di encama van êrîşan de malên kurdan hatin talankirin, şewitandin, zêdetirî 350 welatî hatin revandin, zêdetirî 70 welatî ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn hatin qetilkirin.