‘Em ê cih û warê xwe neterikînin’

Husne Kiliç a ji Nûrdagiyê ku yek ji navçeyên ku ku herî zêde ji erdhejê bandor bû, qala bûyerên ku pê re rû bi rû maye kir û got: “Em ê cih û warê xwe neterikînin.”

Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejên 6’ê Sibatê bandor bû navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ye. Nûrdagi 42 hezar nifûsa wê heye. Sedî 80 navçeyê di erdhejê de hilweşiya û ya mayî jî di rewşeke xerab de ye. Şeniyên Nûrdagi piştî erdhejê neçar man ku di konan de bimînin. Şeniyên navçeyê neçarî koçberiyê dikin. Şeniyên Nûrdagi ku naxwazin ax û çanda xwe biterikînin, dixwazin di zûtirîn demê de çareseriyek bê dîtin.

Mexdûra erdhejê Husne Kiliç, bûyerên ku pê re rû bi rû maye ji ANF’ê re qal kir. Kiliç anî ziman ku şeva erdhejê piştî ku xwarina xwe xwarine û dest bi xewê kirine, di saet 04:17’an de bi teqereqê şiyar bûne. Kiliç diyar kir ku ji ber tirsa canê xwe ji malê derketine û çûne parkê.

‘ZAROKÊN ME JI SERMA NEXWEŞ KETIN’

Kiliç bi lêv kir ku piştî malên wan hilweşiyaye, çûne berê xwe dane malên xwe û got: “Elektrîk tunebûn, her der tarî bû. Keça min di himbeza xwe de zarok di nava tarîtiyê xwe de xwe avêtibû derve. Eger piyê wê di wê tarîtiyê de şemitîba wê zarok ji dest wê ketiba. Li aliyê din jî baran dibarî. Em her roj diçûn cihekî. Me nedikarî li heman cihî bimînin. Em diçin mehserê, tên di kon de dimînin. Em di hundirê wesayîtê de razan. Em her tim li derve ne. Zarokên me êdî ji serma nexweş ketin.”

‘EM Ê DEV JI AXA XWE BERNEDIN’

Kiliç destnîşan kir ku di erdhejê de gelek cîran û hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û wiha bi dawî kir: “Gelek hevalên keça min jiyana xwe ji dest dan. Di rojên pêşî de çiqas betanî hebû, me ji neçarî diavêt ser xwe. Ez naxwazim ji vir biçim. Ez li kon jî bimînin ez vê derê naterikînim. Dibêjin wê Nûrdagi bi temamî vala bikin. Ez cihekî mayînê nebînim jî, ez ji vê derê naçim. Êdî rondikên min zuha bûne. Em naxwazin axa xwe biterikînin. Ji ber ku em xwecihiyên vê derê ne. Em naxwazin koçî cihekî din bibin. Divê di zûtirîn demê de çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin.”