'Em ê bi ruhê berxwedanê rastiyan binivîsin'

'Em ê bi ruhê berxwedanê rastiyan binivîsin'

 Xebatkarên çapemeniya azad, di 20'emîn salvegera bombekirina avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê û kuştina Ersin Yildiz de, çalakî pêk anîn û diyar kirin ku ew dê bi ruhê berxwedanê rastiyan binivîsin û dest ji têkokîna xwe ya rastiyan bernedin.

Xebatkarên çapemeniya azad û rojnameya Ozgur Gundemê bi minasebeta 20'emîn salvegera bombekirina avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ku di 3'ê Kanûna 1994'an de li navenda Kadirga pêk hat, xebatkarên çapemeniya azad li ber avahiya rojnameyê çalaki pêk anîn. Xebatkarên çapemeniya azad di çalakiyêde wêneyê Ersîn Yildiz û wêneyên rojnamegerên hatin qetilkirin û pankarta "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" vekirin. Rojnamegeran qurnefil xistin destê xwe û rojnameyên ku wêneyên Ersîn Yildiz, Kadri Bagdu û Apê Musa heye û rûpela ku manşeta "Êv agir dê we jî bişewitîne" vekirin û siloganên "Çapemeniya azad bêdeng nemû, dê bêdeng nemîne" û "Çapemeniya azad rûmeta me ye" vekirin.

Di çalakiyê de Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskin, daxuyanî da û diyar kir ku 20 sal di ser bombekirina rojnameya Ozgur Gundemê re derbas bû û wiha got: "Di vê êrişa bombeyî de 23 hevalên me birîndar bûn û hevalê me Ersin Yildiz hat qetilkirin. Şehît ket. Lê heta niha der barê faîlê bûyerê de tu gav nehatine avêtin. Wê demê biryara MGK'ê der barê Rojnameya me de hebû. Îmzeya Serokwezîra wê demê Tansu Çiller jî di bin vê biryarê de hebû. Li gel hikûmeta AKP'ê 12 salin îxtîdar e jî dîsa naxwaze vê rastiyê bibîne. Her çend DMME'ê tirkiye di vê mijarê de mahkum kiribe jî dîsa lîstik û polîtîkayên dewletê yên qirêj li ser çapemeniya azad didome.

Keskin, anî ziman ku di teqînê de avahiya rojnameya Ozgur Gundemê serobin bû û lê dîsa nekaribûn çapemeniya azad bêdeng bikin û dê ji niha û şûnde jî nikaribin dengê rastiyan bêdeng bikin. Keskîn, da zanîn ku belavkarên rojnameyê hatin girtin, di bin navê "Komîteya Çapemeniya KCK'ê hemû xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin, lê dîsa rê li pêş rastiyan nehat girtin û ew dê têkoşînê bi ruhê ku ji rastiyan qet tawîz nedin" berdewam bikin. Keskîn, bilêv kir ku ew dê bi ruhê Apê Musayan, Gurbeteli Ersozan, Deniz Firatan, Kadri Bagduyan û Ersin Yildizan têkoşînê bidomînin û rastiyan binivîsin.

Piştî daxuyaniyê xebatkarên çapemeniya azad qurnefil danîn ber deriyê avahiyê ku teqîn lê pêk hatibû. Xebatkaran piştre gora Yildiz ziyaretkir û Yildiz bibîr anîn.