Elmanya dixwaze sobeyên bi gaz û mazotê qedexe bike

Hikûmeta Elmanyayê ji bo piştevaniya çavkaniyên enerjiyê yên dikarin werin nûkirin, dixwaze ku ji sala were û şûn ve sobeyên bi gaz û mazotê qedexe bike.

Wezîrê Ekonomî û Avhewayê Robert Habeck diyar kir ku ji bo guhertina sîstemên germkirinê yên herî qirêjker, divê plana ku hatî kirin, bi lez were pêkanîn. Habeck got: “Ev deh sal in, ti tişt nehatiye kirin.”

Serozwezîr Olaf Sholz ji bo qedexekirina sobeyên bi gaz û mazotê hemfikir e.

Di navbera partiyên hikûmeta koalîsyonê de, nelihevkirin hene. Lê wezîr Robert Habeck got ku divê notrbûna avhewayê nebe mijarek civakî û destnîşan kir ku divê destpêkê hinek mijar werin ronîkirin.

Heta sala 2045’an divê sîstemên sobeyên bi gaz û petrolê li hemû welêt werin qedexekirin.