Elîaçik: Girtina alimên dînî zilm e
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik got gbi hinceta ku bi Kurdî xutbe xwendine girtina 9 alimên dînî zilm e û cihê vê di yasa û dînan de nîne.
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik got gbi hinceta ku bi Kurdî xutbe xwendine girtina 9 alimên dînî zilm e û cihê vê di yasa û dînan de nîne.
Nivîskarê Tirk ê îlahiyatnas Îhsan Elîaçik li ser girtina alimên dînî yê Kurd helwest nîşan da û got, ev zilm e.
3'yê Tîrmehê operasyon li Kongreya Îslama Demokratîk (DÎAYDER) û Komeleya Alimên Dînî (DÎAY-DER) kiribûn û 9 alimên dînî, li gel ku temenê xwe zêde bûn jî hatibûn destgîrkirin. Li gel temenê xwe yê zêde jî Hevserkê DÎAY-DER'ê Ekrem Baran jî din av de ji 28 kesên ku biribûn dadgehê 9 jê hatibûn girtin. Ji alimên dînî pirsîbûn, ''Çima hûn bi Kurdî dia dikin û nimêj dikin?''
Îhsan Elîaçik bi hinceta ku bi Kurdî xutbe xwendine girtina 9 alimên dînî nayê qebûlkirin û got ev girtin cihê xwe ne di yasayan de heye û ne jî di dîn de.
Elîaçik got di ferq di navbeyna Kurdî û Tirkî de tine, ji bo mirovên ku bi Kurdî fêhm dikin xutbe divê bi Kurdî be. Elîaçik got, ''Dema ku hûn bibêjin, 'hûn çima bi Kurdî xutbê dixwînin?', hûnê vê li ser kîjan sûcî deynin? Di yasayên berdest de, di qanûna cezayê de, tiştekî bi rengê 'bi Kurdî xutbe nayê xwendin' nîne. ''
Elîaçik bi berdewamî got ferzkirina, 'hûn ê bi Tirkî perwerde bibin tinehesibandina yek ji ayeta Xwedê ye û bi berdewamî diyar kir tişta ku tê kirin ti têkiliya xwe bi nêzîkatiya Îslamî re nîne. Elîaçik herwiha got, ''Lê dema ku hûn bibêjin hûn nikarin bi Kurdî xutbê bixwînin, ilim divê hûn bi Tirkî bixwînin, ti cihê vê nêzîkatiyê di dîn de nîne.''
Elîaçik got, ''Ji bo ku bi Kurdî xwendine girtina almên dîn zilm e û nîjatperestî ye. Ji ber ku ev tê maneya ku mriov bibêje, ''Hûn ê zimanê xwe ji bîr bikin, tişta ku ez dibêjim hûn ê bibêjin, hûn ê bi vê perwere bibin û bi vê xutbê guhdar bikin'' Ev beriya her tiştî zilm e, nîjatperestî ye, neheqî ye heqxwarin e û zilm e.''