Elewî ji bo Efrînê li Strasboûrgê dicivin

Li hember êrîşên dagirker ên dewleta Tirk Elewî wê 3'ê Sibatê li bajarê Strasboûrgê li ber avahiya Parlamenta Ewropayê li hev dicivin.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li her derê cîhanê têne şermezarkirin. Ev du hefte ne bi meş û mitîngan êrîş têne protestokirin û 3'ê Sibatê wê Kurd û dostên wan bi dirûşma "Milyonek mirov wê ji bo Efrînê 3'ê Sibatê dakevin qadan" wê xwepêşandanan li dar bixin.

Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) sibe bi vê armancê li Strasboûrgê mitîngeke girseyî li dar dixe. Bi dirûşmeya "Elewî aşitî dixwazin, em ê nebin şirîkê vî sûcî" li bajarê Strasboûrgê li ber Parlamenta Ewropayê mitîngeke girseyî tê lidarxistin. Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Fransayê Erdal Kiliçkaya di serî de Elewî bang li hemû derdorên demokratîk kir ku beşdarî mitînga protestoyê bibin.

'DIVÊ EWLEWÎ HEMÛ SIBE LI STRASBOURGÊ BIN'

Erdal Kiliçkaya bal kişand ser ku êrîşa li hember Efrînê li hember jiyana hevpar a gel û baweriyan e û got „em vê qebûl nakin û protesto dikin. Ji bo vê jî em ê li qada bin. Em Elewî şer naxwazin, diyalog û aştiyê dixwazin.“ demokrasî û aştiyêne, dostên xwe dikin ku tevlî mitînga me bibin û piştgiriyê bidin me.“

'DIVÊ EWLEWÎ HEMÛ SIBE LI STRASBOÛRGÊ BIN'

Erdal Kiliçkaya bal kişand ser ku êrîşa li hember Efrînê li hember jiyana hevpar a gel û baweriyan e û got "em vê qebûl nakin û protesto dikin. Ji bo vê jî em ê li qada bin. Em Elewî şer naxwazin, diyalog û aştiyê dixwazin."

Erdal Kiliçkaya ji bo protestokirinana ev bangawazî kir: "Di serî de Elewî, em bang li tevgerên girseyî yên demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, her cana/ê şoreşger ên aligirê demokrasî û aştiyêne, dostên xwe dikin ku tevlî mitînga me bibin û piştgiriyê bidin me."