'Elewî bi nêzîkatiya li Cemxaneyan êşiyan'
Alîkarê Serokê Giştî yê ABF'ê Muslum Metîn got, Elewî careke din hate êşandin ji ber ku ne weke îbadetxane lê weke tîcaretxane li cemxaneyan dinihêrin.
Alîkarê Serokê Giştî yê ABF'ê Muslum Metîn got, Elewî careke din hate êşandin ji ber ku ne weke îbadetxane lê weke tîcaretxane li cemxaneyan dinihêrin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Muslum Metîn ji ANF'ê re axivî.
Metîn li ser fatûreyên gazê û elektrîkê yên li cemxaneyan hatine birîn wiha axivî: "Fatûreyên elektrîkê û zemê bandor li her kesî kir, lê belê ya ku herî zêde civaka Elewî êşand ew bû ku cemxane ne weke îbaretxane lê belê weke tîcaretxane hate pênasekirin. Em berê jî li hemberî vê yekê rabûn, lê belê wê demê ewqasî bal nekişand. Vê demê ji ber ku zem zêde ye, bal kişand."
Metîn anî ziman ku Elewî ji Kerbela û vir ve her tim li aliyê mezlûman e û destnîşan kir ku ew bi karkeran re ne yên ji ber zemê daketine qadan û maeşên xwe dixwazin. Metîn got, "Eger em hemû bi hev re bin em ê karibin van neyîniyan ji holê rakin."
ELEWÎ ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ NE
Alîkarê Serokê Giştî yê ABF'ê Muslum Metîn diyar kir ku partî yan jî saziyên ku daxwazên Elewiyan ji nedîtî ve tên, wê Elewî ti carî ne bi wan re bin û got, "Daxwaza Elewiyan jiyaneke hevpar û welatiyeke wekhev e. Em dixwazin Cemxane bibin xwedî statuyeke qanûnî. Eger ev yek di bernameya partiyekê de tune be, Elewî wê ne bi wê partiyê re bin. Bi navê rêxistinên Elewiyan me timî li dijî neheqiyê têkoşîn meşand, em ê ji niha û pê ve jî bimeşînin. Dîroka me jî bi vî rengî ye; Pîr Sûltan bi bîr bînin, ozanên mezin bi bîr bînin. Di dîrokê de çiqas komkujî hatibin kirin ewqasî jî berxwedêriya me mezin bû. Em di meha Xizir de ne bila ji me hemûyan re bibe alîkar. Xizir di heman demê de xizirê xwe bi xwe ye. Divê di berxwedana karkeran de, li cemxaneyan, hêzên demokrasiyê li dijî neheqiyê bibin xizir û dest bidin hev, bi hev re têbikoşin."