'Eger Kobanê dorpêçkirî be, ez sax bim jî wê bi kêrî çi were?'
'Eger Kobanê dorpêçkirî be, ez sax bim jî wê bi kêrî çi were?'
'Eger Kobanê dorpêçkirî be, ez sax bim jî wê bi kêrî çi were?'
Nexweşê şekir Mihemmed Beko yê 75 salî dibêje, "Canê min ji mirovên ji bo Kobanê canê xwe feda dikin bi qîmet nîne. Di rewşeke ku Kobanê dorpêçkirî de, ez sax bim wê bi kêrî çi were' û destnîşan dike, ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji Kobanê bernedin.
Êrîşên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê, bandoreke cuda li her kesî kir. Mihemmed Beko yê 75 saî ku ji ber êrîşan neçar ma ji Kobanê koç bike, bi tenê yek ji van kesan e. Ji ber temenê xwe yê dirêj û bedena wî nekarî êrîşên li dijî mirovahiyê rabike, bi bedena wî de birîn vebûn û ji ber şer, ev demeke dirêj e tedawiyê red dike. Beko vê rewşê jî bi gotina, "Canê min ji mirovên canê xwe ji bo Kobanê feda dike, ne çêtir e" tîne ziman. Beko yê ku birîn li bedena wî der bûne, dibêje ev rewş demî ye û derdwê jî azadiya Kobanê ye.
DI BEDENA WÎ DE BIRÎN DER BÛN
Beko diyar kir ku ew nexweşê şekir e û dema li Kobanê bû li xwe miqate bû û anî ziman ku ji ber êrîşan û koçberiyê, ji kul û derdan di ling û destên wî de birîn der bûne. Beko got, "Derfetên me yên tedawiyê nîne. Ji xwe di rewşeke ku ji çar aliyan ve Kobanê rastî êrîşan tê û hatiye dorpêçkirin de, ez sax bim jî wê bi kêrî çi were." Beko diyar kir ku di têkoşîna li dijî êrîşên li hemberî Kobanê de çar parçeyên Kurdistanê gihaştine hev û axaftina xwe wiha dewam kir: "Nabe ku di nava gelê Kurd de cihêkarî bê kirin. Xwîn, dest û namûsa me yek e. Li ku dibe bila bibe, dema Kurdek şehîd dikeve dilê min dişewite. Yekane daxwaze me ew e ku YPG û YPJ di demeke nêz de çeteyên DAIŞ'ê têk bibin."
'YÊ NEXWEŞIYÊ NEBÎNE XWEŞIYÊ JÎ NABÎNE'
Beko got, "Yê nexweşiyê nebîne xweşiyê jî nabîne" û hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê anî ziman: "Diyare di çarenûsa me de ev heye. Lê emrê nexweşî-tengaviyê jî kurt e. Em ê jî sebir bikin û taliyê xwe bigihînin serketinê. Em salekê jî bimînin, em sibê jî vegerin em ê bi coşa xwe ya berê, jiyana xwe dewam bikin. Çi dibe bila bibe em ê ti carî dest ji welatê xwe bernedin. Bêguman ev roj wê biqedin. Hingî em ê ji nû ve çêbibin. Hingî em ê bibin gelekî ku tevahiya cîhan nas dike. Mala Xwedê ava serê me bilind e. Tevgereke me heye ku ji bo namûs û rûmeta me şer dike. Her kes ji çeteyan reviyan lê YPG sîng bi sîng şer dike. Bi paş ve gavekê jî neavêje. Vê yekê ji bo me, ji bo gelê me dike. Bi tenê ji ber vê be jî, em ê dest ji Kobanê bernedin."