'Efrîn wê radestî barbaran neyê kirin'

Bi hezaran kes li paytexta Hollanda Amsterdamê ji bo destekê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Terorîst Erdoğan" hate qîrîn.

Meşa li Amsterdamê ku di çarçoveya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê de hate lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Girseya gel li kolana Amstel 1'ê li hev civiya û ber bi meydana Museum Plein ve bi alên YPG/YPJ û qîrîna dirûşma "Terorîst Erdoğan" meşiya.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û ji Raadslid Haagse Stads Parti endama Meclîsa Şaredariya Laheyê Fatima Faid û bi navê Koma Piştevaniya Efrînê Paul A. axivîn. Qisekeran bal kişandin ser barbariya çeteyên Tirkiyeyê û destnîşan kirin ku berxwedana Efrînê didome û bajar wê radestî barbaran neyê kirin.