Edîbe Şahîn cerebandina xwe ya demokrasiya herêmî vegot

Edîbe Şahîn cerebandina xwe ya demokrasiya herêmî vegot

Endama Kongreya Rêveberiya Herêmî û Konseya Herêmî ya Ewropayê(KRXHKE) û şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn ku ji bo xebatên xwse hat Strasourgê bi kurdên li wir dijîn  re tecrubeyên xwe yên demokrastiya herêmî ya li Dêrsimê û rewşa civakî de agahî da.  Şahîn destnîşan kir ku wan wek BDP’ê şaredariya Dêrsimê  bi deyn û pirsgirêkên ji CHP’ê mezin dewr girtine û da zanîn ku niha asta kul ê ne de gelek pirsgirêk çareser kirine.  Şahîn got ku ew wek şaredariya Dêrsimê ji bo pêşxistina parastina mfê jinan, demokrasiyê, parastina hawirdorê, rêbazên biyolojî û binesaziyê û ava vexwarinê hewl didin û got di van qadan de pêngavên şênber avêtine û sazîbûn hedef kirine.

Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek şaredariyên ku Dêrsim û navçeyên wê digire çarçoveya xwe, her çiqas ji partiyên din be jî saziyên sivîl jî digirin nav xwe û Yekitiya Rêveberiyên Herêmî  ya Dêrsimê avakirine û got: “Dêrsim ji bo dewlemendiya xwezaya û turîzma xwe û her wiha bi cih û warên xwe yên pîroz yên baweriya elewiyan cihekî gelek girîng e.

Edîbe Şahîn bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên li bajar pêk tên û wiha got: “Em wek şaredarî ligel hemû hewldanên me, li bajar pêkanînên wekê tiryakê, tefekarî, bazirganiya jinê û pirsgirêkên travmatîk pêk tên.”

Şahînd a zanîn ku li dijî bendavên ku hewl tê dayîn li Dêrsimê bê kirin jî têkoşîn hat dayîn û qezencên mezin hatin bidestxistin û got: “Der barê betalkirina bendavekê de me qezenc kir.”

Şahîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo bîranîna komkujiya 38’an Dêrsimê dê Navendeke Çandê ava bikin.