Lîstika bi navê ‘Dika lîstikvanên ciwan’ mijara wê çîrokeke Rojhilata Dûr e. Di lîstikê de bandora şer, jiyanên ku wendabûne, hêvî, hêrs, serhildan tên vegotin û di demsala şer de wijdanên ku bê bandor mane lêpirsîn dike.
Derhêneriya Hunermendiya giştî ya lîstika ‘Dîka lîstikcanên ciwan’ Selîm Kaliç dike. Bandora çek, şer û mîlîtarîzmê ya li ser psîkolojiya mirovan radixe ber çavan. Tunekirina hêviyê, zext û zordariyê, mirinê û emrê mirovan nîşan dide. Bi taybet jî şer barek çawa li ser jin û zarokan dike nîşan dide. Her wiha xizanî û tunebûnê jî bi awayekî aşkere dide xuyakirin.
Lîstik çîrokeke Rojhilatê Dûr vedibêje. Di lîstikê de Fan Chîn Tîg, li binê sûran bi awayekî bê çare li hevserê xwe yê ku birine leşkeriyê digire. Hevserê xwe li binê dîwarê Hsueh Lî bi hêviyek mezin digere. Fan Chîn Tîng dema li hevserê xwe digire, wî nabîne lê li şûna wî ji bo ku leşkerekî din xilas bike dibêje ez hevsera wî me.
Jina ku berteka xwe bi gotina ‘We yek j imin girt, ez jî dê yekî ji we bigirim’ nîşan dide û her çiqas çi ji destê wê bê kiribe jî kesê ku kir şûna hevserê xwe xilas nekir. Ligel hemû hewldanan ew leşker xilas nekir. Li binê sûran bi êşa û elem wê dibe mirinê. Di dawiya lîstikê de Fan Chîn Tîng ji aliyê leşkerekî ve bi guleyekê tê kuştin.
HER HEFTE DÊ NÎŞANDAN
Lîstik ji yek perdeyekê pêk tê. Derhênerê lîstikê Velîcan Demîrele. Nalan Gureş, Velîcan Demîrel, Yasîn Yureklî û Çaglar Denîz di lîstikê de dilîzin. Nivîkarê lîstikê jî Tankret Derst e. Lîstik li Şanoya Hunerê ya Enqreyê nîşandana dawî ya sezonê ye. Di 29-30’ê gulanÊ de û piştê wê dê hefteyê du rojan li Eskî Yenî bê nîşandan.