Edaleta Civakî 2. civîna xwe ya berfirehkirî lidar xist
Edaleta Civakî 2. civîna xwe ya berfirehkirî lidar xist
Edaleta Civakî 2. civîna xwe ya berfirehkirî lidar xist
Edaleta Civakî, 2. civîna xwe ya berfirehkirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist û danezana encamê ya civînê aşkera kir.
Dîwana Edaleta Civakî ya KCK'ê, 2. civîna xwe ya Edaleta Civakî di navbera 24-25'ê Mijdarê de lidar xist û danezana encamê aşkera kir. Civîna Edaleta Civakî bi beşdariya delegeyên ji sazî û organên giştî yên KCK'ê pêk hat. Hat ragihandin, ku di civînê de modela Edaleta Civakî, pirsgirêkên avabûnê û rêyên çareseriyê hatine nîqaşkirin û perspektîfên xurt derketine holê.
YEKEYÊN EDALETA CIVAKÎ WÊ BÊN AVAKIRIN
Di danezana encamê de hat gotin, "Pratîka avakirina edaleta civakî ya heta roja îro û pirsgirêkên me yên edaletê, li ser bingeha rexneyî hatin nirxandin, encamên girîng ên rê nîşan didin hatin bidestxistin" û ev xal hat destnîşankirin: "Di çarçoveya van nîqaşan de, bi nêrîna 'kêm dewlet gelek civak' weke nêrîna hevpar a civînê derket holê ku li hemû qadên rêxistinbûyîna me ya civaka demokratîk lê heye, yekeyên edaleta civakî werin ava kirin ku bi vê yekê re civak karibe pirsgirêkên xwe bi rêxistinbûyîna xwe ya cewherî xwe çareser bike.
Weke alternatîfa sîstema dadgeriya dewletparêziyê ku lê exlaq qels bûye û hiqûq jî paralelî wê xurt bûye, bi rêxistinbûyîna civakî ya exlaqî û polîtîk re kêmkirina pirsgirêkên civakî û çareserkirina pirsgirêkên civakî ji aliyê saziyên edaleta civakî ve, felsefeya edaletê ya civaka xweser a demokratîk e. Li şûna hiqûqa tevlîhev a sîstema dewletparêz, çareseriya pirsirêkên civakî li ser bingeha exlaq û hiqûqeke pirrengî ya hêsan, weke rêbaza bingehîn derdikeve pêş. Li şûna rêbaza bi tenê cezakirinê ya di sûcên civakî de, lêkolînkirina çavkaniya sûcên civakî û ji bo ji holê rakirin yan jî kêmkirina vê bingeha sûc avakirina komîsyonan, ji ber wê sedema civakî ya meyla li sûc a takekesan ji holê rake û rêyên çareseriyê destnîşan bike, weke pêwîstiyekê xwe nîşan dide. Her wiha, li dijî ferasetên paşverû, neteweperest, milkperest, desthilatdarparêz û zayendperest ku rê li ber pirsgirêkên edaletê di nava civakê de vedikin, bilindkirina têkoşînê yek ji wezîfeyên bingehîn ên civakî yên civaka demokratîk e."
STÛNÊN BINGEHÎN ÊN EDALETA CIVAKÎ
Di danezana encamê de hat destnîşankirin, ku dadgeh ji ber saziyeke sîstema dewletparêz e, di çareserkirina pirsgirêkên civakî de esasgirtina saziyên mîna komîsyonên edaletê, komîteyên aştî û lihevkirinê, platformên gel ên azad, stûnên bingehîn ên edaleta civakî ne. Hat ragihandin, ku nirxandina pirsgirêkên civakî ji aliyê komîsyonên edaletê ve li cih, hem wê adîl be hem jî wê burokrasiya dadgeriyê ji holê rake.
Danezana encamê da xuyakirin, ku hemû lêpirsîn, dairzandin û pêkanîn ên ji aliyê saziyên edaletê yên sîstema xweseriya demokratîk ve werin kirin wê li gorî hiqûqa mafên mirovan û demokratîk bin û ev xal hat destnîşankirin: "Ti pêkanîneke mafên mirovan binpê dike wê ti carî neyê qebûlkirin û nebe parçeyek ji sîstema me ya civakî. Sedema wê çi dibe bila bibe wê her kes, yekene û saziyên ketine nava pêkanînên bi vî rengî, rastî taqîbatê bên û kar û barên pêwîst li hemberî wan bên kirin.
Ji bo afirandin û bi pêş xistina hişmendî, sazî û kadroyên edaleta civakî, akademiyên edaletê yên li gorî pêwîstiyan hatine avakirin, wê di çarçoveya mufredateke hevpar de perwerdeyan birêxistin bikin û li ser vê bingehê rê li ber gihandina kadroyên sîstema me ya edaleta civakî û meşandina sîstema adîl û bi lez a edaleta civakî vekin. Di vê çarçoveyê de li her cihên pêwîstî pê bê dîtin akademiyên edaleta civakî bên birêxistinkirin."
Di danezana encamê de herî dawî ev bang hat kirin: "Di çarçoveya perspektîfa di civîna me de derket holê, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi rêxistinbûyîn û hişmendiya xwe ya cewherî re, yekeyên edaleta civakî ava bikin, xwedî li wan derkevin û pirsgirêkên di navbera xwe de li ser bingeha aştî û lihevkirinê de, çareser bike."