'Edalet li Tirkiyeyê nîne, dîktatorî lê heye'

Şaredarê Cenevreyê Rêmy Paganî got, edalet li Tirkiyeyê nîne û bal kişand ser pêkanînên dîktatoriyê.

Di rûniştina 21'ê Nîsanê ya darizandina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokrartîk (DBP) Sebahat Tûncel de, heyetek ji Ewropayê jî weke çavdêr amade bû. Yek ji endamên vê heyetê, endamê Konseya Şaredariya Bajarê Cenevreyê û Şaredar Rêmy Paganî bû. Paganî çavdêriyên xwe yên li rûniştinê û êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojava ji ANF'ê re nirxand.

'ME EDALET NEDÎT'

Paganî got, "Rûniştina darizandina Kişanak û Tûncel di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de hate kirin" û bal kişand ser nivîsa "edalet bingeha milk e" ya li dîwarê rûniştina dadgehê hatiye nivîsandin û destnîşan kir, ku wan edalet nedîtine.

Paganî anî ziman, heyeta ji Ewropayê hat di nava şert û mercên gelekî giran de dadgeh şopandiye û rexne kir, ku darizandin bi rêbaza SEGBÎS'ê tê kirin. Paganî destnîşan kir, hurmet ji nasnameya siyasetmedarên hilbijartî yên Kişanak û Tûncel re nehatiye dayîn û bi vî rengî darizandin hatiye kirin. Şaredar Paganî got, "Ne ya qebûlkirinê ye, ku du siyasetmedarên jin ji ber karên xwe yên siyasî û axaftinên xwe bên darizandin."

'DADGER BI RENGEKÎ AZAD BIRYAR NEDA'

Paganî anî ziman, mijarên ku dozger di îdîanemayê de weke 'sûc' nîşan daye, ti aliyekî xwe yê hiqûqî nîne û destnîşan kir, delîlek ku karibe îdîayên dozger piştrast bike, li holê nîne.

Paganî got, "Du jinên Kurd ên bi wêrek, nêrînên xwe yên siyasî ku weke 'sûc' dihate nîşandan, gelekî baş parastin" û diyar kir, di şexsê Kişanak û Tûncel de hate xwestin, bi rêya vê darizandinê pêşî li siyaseta gelê Kurd were girtin.

Şaredarê Cenevreyê Paganî bi berdwamî got, "Rêbaza dozê û helwesta dadgerên ku dadgeh bi rê ve dibirin, nîşan da ku doz çiqasî siyasî ye. Rewşa di dema darizandinê de derket holê, raxist pêş çavan ku dadger nikarin bi awayekî azad dozekê bimeşînin."

'JI BILÎ DÎKTATORIYÊ NE TIŞTEKÎ DIN E'

Paganî got, "Wê rojê, di serî de me heyeta Ewropî, her kesên li wê dadgehê, gefek xwarin" û destnîşan kir, bi girtina hilbijartî û siyasetmedarên Kurd re tê xwestin, zexta li ser gelê Kurd were dewamkirin. Paganî operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd bibîr xist û got, "Ya ku li gel û siyasetmedarên Kurd tê kirin, ji aliyê hiqûqî û însanî ve ti bingeha xwe nîne. Girtina siyasetmedarên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, ji bilî dîktatoriyê ne tiştekî din e."

'ÊRÎŞA LI ROJAVA NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Paganî êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojava jî nirxand û destnîşan kir, êrîşên dewleta Tirk ne yên qebûlkirinê ne. Paganî diyar kir, bi van êrîşên li dijî Rojava û Şengalê re tê xwestin, pêşî li herêmeke Kurd a federal bê girtin û got, "Tirkiye ji bo pêşî li hebûna Kurdan a li vê herêmê bigire, ku bi ti awayî gefê li Tirkiyeyê naxwaze, êrîşî Rojava dike."

'NABE KU KES PÊŞÎ LI MAFÊ KURDAN Ê DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE BIGIRE'

Paganî ragihand, ew li çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê didin sîstemeke federal û xweser a gelê Kurd û destnîşan kir, nabe ku ti hêz pêşî li mafê Kurdan ê diyarkirina siberoja xwe bigire. Paganî destnîşan kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, divê Ewropa dengê xwe bilind bike.