Ece: Alîgirên mafên mirovan divê li ber tecrîdê rabin
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Vedat Ece diyar kir, ku her kesên dibêjin ew hiqûqê, mafên mirovan û qedexeya êşkenceyê diparêze divê li ber tecrîdê rabe.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Vedat Ece diyar kir, ku her kesên dibêjin ew hiqûqê, mafên mirovan û qedexeya êşkenceyê diparêze divê li ber tecrîdê rabe.
Ev 31 meh in tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome, parêzer dibêjin ku ev modela tecrîdê ne di hiqûqa navxweyî û ne jî ya navneteweyî de cih digire û ev yek bi awayekî eşkere îşkence ye. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê parêzer Vedat Ece diyar kir ku ne qedexeya hevdîtinê ya demdirêjî û ne jî pêkanînên tên meşandin di qanûna înfazê de tune ne. Ece ziman ku ev cezayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên birîn siyasî ne û pirsên ANF'ê bersivandin.
Hat dîtin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê piştî demekê li hemû girtîgehan belav bû. Sedema vê yekê çi ye? Wekî din, di pêvajoya girtina 25 salan de dayîna cezayên dîsîplînê û qedexekirina hevdîtinan di hiqûqa navxweyî de cihê wê heye?
Weke ku tê zanîn birêz Abdullah Ocalan ji serdema piştî sala 1993’yan heta îro ji bo çareseriya birûmet, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd kedeke mezin daye û di her firsendê de ku dengê wî tê bihîstin amadebûna xwe nîşan daye. Piştî ku di encama komploya navneteweyî ya di Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin de û heta girtinê jî heman sekn û helwesta xwe domand. Ji ber vê sedemê bandor û rola wî ya rêbertiyê di serî de gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, partiyên siyasî û girtiyên siyasî hatiye asteke girîng.
Dema em li dîroka nêz a welêt dinêrin, tê dîtin ku ev helwesta birêz Ocalan ji aliyê hêzên siyasî yên Tirkiyeyê ve jî tê qebûlkirin. Di serdema ku di navbera salên 2013 û 2015’an de weke pêvajoya çareseriyê ango aştiyê li Tirkiyeyê derbasî dîrokê bû, bandora nameyên birêz Ocalan ên di pîrozbahiyên Newrozên 2013, 2014 û 2015’an de li ser pêvajoyê û hêviya aştiyê çêkiriye hîn teze ne. Ji ber vê yekê îro desthilatdariya AKP-MHP’ê çiqasî hewl bide bi tecrîda mutleq a ku 8 sal in dide meşandin bidd jibîrkirin û têkiliya bi cîhanê û raya giştî re qut bike jî nikare vê rastiyê biguherîne. Ji ber van sedeman, bi tecrîda mutleq a ku di her hilbijartinê de li ser birêz Ocalan ferz dike, bêyî ku bihêle gotinek jê were bihîstin, navê xwe dike mijara spekulasyonên cuda û gelê Kurd û hemû dengdêran manîpule dike.
Ger em li geşedanên siyasî û leşkerî yên ji sala 1999’an heta îro binerin, giraniya polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Ocalan bi rêbaz û pratîka çareseriyê ya ji aliyê desthilatdariya siyasî ve di pirsgirêka Kurd de bijartiye, diyar bûye. Heke hikûmet di mijara pirsgirêka Kurd de rêya aştiya birûmet, nelihevkirin û muzakereyê hilbijêre, wê demê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan bi temamî neyê rakirin jî, astengiyên li pêşiya dengê wî neyên bihîstin. wê qwdexeya li hevdîtina bi parêzer û malbatê bê rakirin. Berevajî vê yekê, dema ku dewlet wekî 8 salên dawî pirsgirêka Kurd tune bihesibîne û bi hişmendiya mîlîtarîst konsepta hiqûqa şer a dijminatiya “têkoşîna li dijî terorê” pênase bike û rêya çekdariyê hilbijêre jî tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan gihişt wê astê ku ev 30 meh in dengek jî nayê bihîstin.
Ji ber vê yekê, wekî parêzeran jî diyar kirin, Girtîgeha Girava Îmraliyê ji aliyê saziyên hiqûqî yên dewletê yên ku bi qanûnê hatine avakirin, dozgerên înfazê û dadweriyên înfazê ve nayê birêvebirin; bi hêsanî mirov dikare bibêje ku desthilatdariya siyasî li gorî daxwaza xwe bi rê ve dibe.
Ji ber van sedeman, mitov dikare bibêne ku tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan bi rêbazên keyfî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye û bi girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê, tayîkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP’ê û herî dawî bi vekirina doza girtina HDP’ê veguheriye operasyonên qirkirina siyasî. Helbet cezayên sîstematîk ên dîsîplînê û qedexeyên hevdîtinên malbat û parêzeran ên ku birêz Abdullah Ocalan di dema 25 salên dîlgirtinê de hatine dayîn, ne di hiqûqa navxweyî û ne jî di hiqûqa navneteweyî de cih nagirin. Di Destûra Bingehîn de tê gotin ku dewketa hiqûqê ye, di qanûna înfazê ya hejmara 5275'an a Komara Tirkiyeyê de jî cih nagire.
Heke ev cezayên dîsîplînê di qanûnê de nebin, çawa têne rewa kirin? Wek mînak mafê werzişê jî nayê bikaranîn?
Di xalên 25 û 107'an ên Qanûna Birêvebirina Ceza û Tedbîrên Ewlekariyê ya bi hejmara 5275'an de, şert û mercên girtiyên ku cezayê giran ê heta hetayê li wan hatiye birîn, mafên wan ên hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê beşdarbûna di werzîş, sohbet û şshiyên çandî hatine sererastkirin. Di qanûnê de bi zelalî hatiye nivîsandin ku qedexeya hevdîtina bi wasî û parêzeran bi cezayên dîsîplînê yên hevdîtinên malbatê nayê astengkirin. Lê weke ku em hemû jî dizanin di dema tecrîda mutleq a li Îmraliyê de hiqûq tê rakirin.
Beriya her tiştî dema em li 12 salên destpêkê yên dîlgirtina birêz Ocalan a li Îmraliyê dinêrin, mirov dikare bibêje ku serlêdanên wî yên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran her tim bi hincetên razber ên wekî “rewşa hewayê û koster xerabûye” dihatin astengkirin. Dîsa bi modela tecrîda mutleq a piştî Nîsana 2015’an, mafê wî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi cezayên dîsîplînê li pey hev tên astengkirin. Derbarê van cezayên dîsîplînê de pêvajoyek wisa tê şopandin ku ev ceza û biryarên dadgeriya înfazê yên li Îmraliyê li birêz Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatine dayîn bi parêzerên wan re jî nayên parvekirin.
Li gel ku parêzerên wan bi awayekî rêk û pêk radestî dadgeriya înfazê kirine jî qeydên UYAP'ê nayên çêkirin û mînakek dosyayê jî nadin wan. Ji ber vê yekê di vê modela tecrîda mutleq a li Îmraliyê hatiye afirandin de ne pêkan e ku mirov behsa hiqûqê, qanûnê û heta mafê parastinê bike.
Ev rewş gotinên Serokê Dadgeha Îstînafê Zuhtu Arslan a ku di vekirina serdema adî de tîne bîra me: "Bêyî darazeke serbixwe û bêalî dewlet jî nabe, bila dewleta hiqûqê jî hebe." Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ku li Îmraliyê hiqûq tune ye, daraza serbixwe û bêalî nîne, dewlet jî nîne.
Li gorî qanûna înfazê mafê her girtî heye ku di hefteyê de bi giştî 10 saetan ji çalakiyên werzîşî, sohbet û çandî sûd werbigire. Li Tirkiyeyê ji ber şert û mercên tecrîdê yên li ser girtiyên siyasî, ev maf hema bêje li tu girtîgehan 10 saetan nayê bicihanîn, lê li piraniya girtîgehan hefteyê saetek an jî du saetan tê bicihanîn. Bi taybetî jî li Girtîgeha Girava Îmraliyê destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan mafê xwe yê werzîşê bi kar bîne. Ev jî nîşan dide ku tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan hatiye asteke ku tendurustiya derûnî, bedenî û ruhî tehdîd bike. Bi binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bi awayekî vekirî îşkence tê kirin.
Tu dibêjî ku bi binpêkirina xala 3’yemîn a PMME’yê bi awayekî vekirî îşkence tê kirin. Divê li hemberî vê îşkence û hiqûqa taybet çi bê kirin?
Li ser vê rewşê divê her kesê ku dibêje ez qanûn, mafên mirovan û qedexekirina îşkenceyê diparêzim, dengê xwe bilind bike. Ne hewce ye ku Kurd be, ne endamê tu partiyeke siyasî û parêzer be, divêi dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê mirov bibêje tecrîd sûcê mirovahiyê ye.
Hemû wezîrên Dadê yên dema hikûmeta AKPê de li Tirkiyeyê dest bi kar dikin; bi radîkalî û wêrekî qala Destûra Bingehîn, mafên mirovan û serweriya hiqûqê dikin. Di vir de hiqûq, qanûn û mafên mirovan ên li Îmraliyê binpê dikin û ev modela tecrîda mutleq a ku li Îmraliyê tê meşandin bi destê wezîrê nû tê berdewamkirin û ev ji bo wezîrê nû ezmûneke. Wekî ku Serokê Destûra Bingehîn jî anî ziman ev rewşa “bêdewletî” ku li Îmraliyê tê meşandin wê bidome yan jî bi dawî bibe?