Ebru Gunay: Em ê kongreya herî krîtîk a dîroka xwe ya siyasî lidar bixin

Endama Komîsyona Amadekar a Kongreya Partiya Çepên Kesk Ebru Gunay, diyar kir ku ew ê kongreya herî krîtîk a dîroka xwe ya sîyasî lidar bixin û got, “Ev kongreyeke ku em ê ji nû ve bi azadiyê re tacîdar bikin e.”

Endama Komîsyona Amadekariya Kongreyê Ebru Gunay têkildarî kongreya Partiya Çepên Kesk a ku wê di 15'ê Cotmehê de li Eywana Werzîşê ya Ataturkê bê lidarxistin li avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîneke çapemeniyê lidar xist. 

Gunay, da zanîn ev kongre yek ji kongreya krîtîk a dîroka siyasî ya wan e û got partiya wan berpirsiyariya guhertina dîrokî hilgirtiye ser xwe. Ebru, bi lêv kir ku wan ji xwe dest pê kirine û biryara guhertineke radîkal dane û got wê bi îradeya deh hezaran kongreya xwe li dar bixin.

Gunay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Wekî hûn jî dizanin piştî hilbijartinê ev 4 meh in em li qadan xebatan dimeşînin. Di nav xebatên dûvdirêj de bêsekin em xebitîn û em gihiştin vê rojê. Di vê pêvajoyê de bi 30 hezar kesan re em hatin ba hev. 10 komxebat pêk hatin û herî dawiyê jî Konferansên me yên jinan û ya giştî jî pêk hat. Di van konferansan de nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin. Helbet em xebatên Kongeya xwe bi girîngiyeke dîrokî dimeşînin. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bi temamî ji bo veguherînê li qadan in em ê jî xwestekên gelan bibersivînin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi gelê xwe re temam bikin. Kongreya me dê 15’ê Cotmehê saet di 10’an de li Eywana Sporê ya Ataturk de pêk were. Kongre dê girseya me, coş û kelecan û biryardariya me nîşan bide. Her kes dê bibîne ku fikriyata Partiya Çepên Kesk li qadan e, li ber xwe dide. Şîara me jî Ji bo Azadiyê Em Digihîjin Hev, Ji bo Azadiyê Destpêkeke Nû ye.

Di vê kongreyê de guhertina tuzuk û rêvebiran jî dê çêbe. Yanî veguhertin dê bi her awayî xwe nîşan bide. Her wiha em ê navê partiyê jî bi biryara gelên xwe biguherînin. Ev kongre ne tenê kongreya guhertin, veguherîn, ji nû ve biryardayînê ye, di heman demê de kongreyeke ku em ê ji nû ve bi azadiyê re tacîdar bikin e. Ez ji vir cardin bangewaziyê dikim; jinên ku dibêjin Jin Jiyan Azadî, ji bo azadiyê em wan dawetî Kongreya xwe ya Mezin dikin. Ciwanên ku ji bo paşerojê têkoşînê dikin, em wan jî dawetî Komgreya xwe dikin. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk bi têkoşîna jinan û bi hêza ciwanan li ser piyan e. Em dîsa temamê gelê xwe dawetî kongreya xwe dikin.”