Ebadî: Iraq bi temamî ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin!

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ragihand ku Iraq bi temamî ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin.

Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li ser hebûna DAÎŞ'ê ya li Iraqê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Iraqê de hat ragihandin ku welat bi temamî ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebasî jî li Konferansa Medyayê ya Navneteweyî axivî, ku li Bexdayê ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê ve hate lidarxistin. Ebasî diyar kir ku sînorê Iraq-Sûriyeyê bi temamî hatiye kontrolkirin û got, "Şerê li dijî DAÎŞ'ê qediya. Dijminê me xwest şaristaniya me ji holê rake. Lê bi saya yekîtî û biryardariya me, em bi ser ket."