DYA’yê kaniya çekan vekir
DYA’yê kaniya çekan vekir
DYA’yê kaniya çekan vekir
Ev demeke dirêje ku serokê DYA’yê Barack Obama ku li dijî krîza aborî û badora wê têkoşînê dide û xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû, îmze avêt biryareke dê bê nîqaşkirin û astengiyên li pêş îhracata çekan nerm kir. Bi sererastkirinên nû şîrketên çekan yên DYA’yê dê bi armanca leşkerî bikaribûn çekan bişînin her welatên cîhanê. Rêveberiya DYA’yê her wiha di mijara firotina çekan de ji bo 36 welatî şertên xwe pêş rakirine.
Şîrketên çekan yên DYA’yê ku îhracatcanên herî mezin yên çekên cîhanê ne, şerê lobiyê yê li Washîntonê dan qezenc kirin. Di nava welat de di mijara çek girtina kesane de Obama plan kir ku biçe sererastkirinê û astengiyên li ser hilberînên çekan yên ji bo îhcatkirinê nerm kir. Li gorî sererastkirina nû, şîrket êdî gelek parçeyên çekan dê ji bo hemû welatên cîhanê îhrac bike.
RAYEYA LÎSANSÊ LI WEZARETA BAZIRGANIYÊ YE
Li DYA’yê berê divê hemû hilberînerên amûrên leşkerî serî li Wezareta Karê Derve bidana û ji bo hemû amûrên leşkerî yên tên îhracatkirin lîsansê bigirin. Ji bo ev lîsans bê dayîn şertê yekemîn ev ku rewşa rejîma welat û karneya der barê mijara mafê mirovan de bû.
Di pergala nû de jî divê ji bo balafirên şer, wesayîtên hewayî yên bê mirov, çekên xwedî teknolojiya bilind jî lîsansa wezareta Karê Derve hebûya, hilberînên leşkerî yên ku hejmara wan dehezaran dibîne dê kar û barê wan yên lîsansê Wezareta Bazirganiyê bidomîne. Wezaret Bazirganiyê dema parçeyan bişîne jî dê lêkolînek nerm bike.
Li gorî qanûnên DYA’yê dema Wezareta Karê Derve lîsansê didin, neçare di mijarên mafê mirovan û rejîma wî welatî de lêkolînan bike. Lê li ser wezareta Bazirganiyê ferzkirinek wisa nîne.
Sererastkirina nû di sê salên dawî de ji ber ku komên lobiyê yên Washîngtonê 170 mîlyon dolar xerckirin, şîrketên çekan kêfxweş kiribû.
JI BO 36 WELATÎ ÎHRACATA ÇEKAN SERBEST E
Astengiyên heyî yên DYA’yê dîsa jî pêşî li serdestiya pazara çekan a li cîhanê negirt. Di sala 2011’an de DYA’yê li qada Global ji sedî 80 îhracata çekan pêk anî. Di vê pêvajoyê de şîrketên DYA’yê bi welatên cuda re bi 66 mîlyar dolarî peymanên firotinên îmze kir. Bi van sererastkirinên nû jî tê mereq kirin ku dê ev rêje bigihêje çendan.
Obama bi vê pêkanên ji bo welatên endamên YE, Arjantîn, Japonya, Başurê Koreyê û Yenî Zellandayê bi giştÎ 36 welatên mutefîk ji bo îhraca çekan şerta lîsansapêş hat rakirin. Ev şîrket di demên pêş de bê şertê pêş dikare helîkopterên leşkerî, balafirên naqliyeyê û hemû hilberînên leşkerî bifroşe welatên mutefîk.
BI TAYBET TIRKIYE ÇAVKANIYA FIKARAN E
Pisporê kontrola çekan a ji Navenda Siyaseta Civaka Vekirî Colby Goldman, ev pêkanîn rexne kir. Di daxuyaniya ku Goldman ji Alternet re kir de diyar kir ku ew bi taybet îhracata ji bo Tirkiyeyê bê kirin bi fikarin û da zanîn ku piştî rapora wezareta Karê Derve ya DYA’yê, di Rapora Mafê Mirovan de tê gotin ku xwepêşendanên aştiyane li Tirkiyeyê bi şîdetê tê çewisandin û hêzên wan yên ewlehiyê înfazên bê daraz dikin.